Kovara ku bi nivîsa edîtor Doç. Dr. Abdurrahman Adak destpê dike bi nivîsa Zülküf Ergun a bi navê “Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de” dewam dike. Wekî din di kovarê de nivîsa Erdal Çiftçi a bi navê “Di Sedsala 18’em de Pergala Îdarî li Bakurê Kurdistana Osmaniyan” û nivîsa M. Zahir Ertekin a bi navê “Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs”, nivîsa M. Şirin FİLİZ a bi navê “Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî” hene.

Li aliyê din, di kovarê de “Wergerek” û “Dokumentek” jî hatine weşandin. Nivîsa D. N. Mackenzie a bi navê Zimanê Medan ji aliyê İbrahim Bor ve ji Îngîlîzî hatiye wergerandin. Wekî din dokumenteke ku Yusuf Baluken lêkolîn kiriye bi navê, “Mîr Şemsedînê Welî û Diravên Şemsedînî “ hatiye weşandin. 


 AMED