Hejmara 144’an a Kovara Nûbiharê ku sê mehan carekê derdikeve, derçû.

Kovara Nûbiharê hinek bi derengî be jî hejmara xwe ya nû, ya havîna 2018’an derxist. Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di nivîsa edîtoriyê de ji bo dereng derketinê got, “Wekî tê zanîn van demên dawî qîmeta pereyê Tirkiyeyê li hember Dolar û Euro kêm bû. Bi carekê bihayê kaxezê zêde bû, bi ser de nehate peydekirin jî… Ev jimara dawîn du hefteyan li çapxanê ma. Biborin, vê qeyrana aboriyê li derketina Nûbiharê jî tesîr kir û ev jimar ji du hefteyan zêdetir dereng derket. Bi derengî be jî şukir ji  mara 144an jî  derket…”   Ligel helbest, çîrokan nivîsên lêkolîn û nirxandinê jî reng dane kovarê. Didu ji wan; Rohat Alakom li ser “Di Romana Swêdî de Koçberiya Kurdan”, Mûrad Celalî jî “Di Çîrokên Hezar û Yek Şevê de Kurd” girtiye dest.

Li ser ziman jî du nivîs hene: Cîhan Roj mijara “Têkiliya hin Peyvên Kurdî û Akadî” û  Mirad xan Şemzînî jî mijara “Devoka

 Devera Şemzînan di nav Zaravayê Kurmancî de” girtiye dest.  Wekî din Nîhad Gultekîn ligel Karîna Osêyan hevpeyvînek kiriye û ew bi navê “Ezê kulmên xwe yên tijî hêsir birijînim bi ser welat de: Bila gul û sosinê welat gulan bidin!” hatiye weşandin.

Di kovarê de nivîs, helbest, nirxandinên kesên wekî Berken Bereh, Rojen Barnas, Merdan Newayî, Medetê Seyranê, Îsmaîl Şems, Hafizê Şîrazî, Xweşmêr, Johann Wolfgang von Goethe, Maruf Xeznedar, Mewlana Celaleddînê Romî, Ayhan Yildiz, Ferec Koyistanî, Qedrî Sipranî, Shahîn Bekir Soreklî, Kevok Mizgîn, Felat Dilgeş, Sîpanî, Mela Muhemmed Gulnar, Firat Keklîk, Talat İnanç, Miradxan Şemzînî, William Saroyan jî hene. 

 STENBOL