Di vê jimara de hevpeyvînek têr û tijî bi Remezan Alan re heye. Alan di hevpeyvîna xwe de li ser kitêba xwe Bendnameyê û edebiyata Kurdî ya îroyîn tiştên balkêş dibêje. Zana Farqînî li ser şîroveya li ser Mem û Zînê ya Perwîz Cîhanî nirxandinek nivisiye û di nivîsa xwe de li ser ziman, kesatiya Xanî, uslûba Perwîz Cîhanî, ciwankarî û gelek mijarên din sekiniye.
 Ayhan Meretowar li ser kitêba Sebahattin Gültekin ya ku navê wê “Ro li ser zarawaya Kirmanckî Xebata Gramerî” ye nivisiye.
 Rahmetullah Karakaya jî li ser Mela Abdurrahman Durre û kitêba wî ya Kurdnameyê sekiniye û Murad Celalî jî li ser kitêba Adranik ku li ser Dersimê û du wergerên wê nivisiye.
qWekî din keda Zilkîf Xweşhêvî, M.Munir Timurtaş, Mûrad Dildar, Mihemed Feraşînî, M.Nezîr Basneyî, Cengiz Aytmatov, Omer Dilsoz, , Hesen Polat, Dilazad, Evdirehîm Çekîn jî di vê jimarê de heye…
 Bi helbestên xwe Rojen Barnas, Nizar Qebbanî, Huseyn Şemrexî, Mahmud Derwîş, Mevlana Celaleddînê Rûmî, Sidîq Gorîcan, Mesûd Serfiraz, Kamran Simo Hedilî, S.Ahmed Kaya, Dilşad Mutî, Mehmed Ali Sadiq, Cemil Denli, Merdimîn, Seyda Ronahî û Osman îzol vê jimarê dixemilînin.

Demokratîk Ozgur Toplum hat desteser kirin
Xebatkarê Azadiya Welat û rojnameya Ozgur Gundemê Mevlut Ayak, doh dema ji bo belavkirinê çûn taxa Şirînevlerê ji aliye polîsan hate sekinandin. Polîsan beyî ku sedem nişan bide rojnameya Demokratik Ozgur Toplum ji destê xebatkaran girt û rojname desteser kirin. Ayak, diyar kir ku polîsan gef li wî xwariye û gotiye "Careke din vê rojnameyê nefiroşe. Çi kare te li vir heye here di rojnameya Zaman de bixebite. Li wir pere heye" û ew çavtirsandî kir.


 STENBOL/ÊLIH