Facebookê arşîveke materyalên siyasî li ser înternetê ava kir û pê re serêşeke Orwelliyane çê dike, dema ku nûçeyan weke siyasî nîşan dike. George Orwell di ceribandina xwe ya li ser Siyaset û Zimanê Ingilîzî de dibêje, “Di serdema me de tiştekî wekî, ´li derveyî siyasetê bigire´ nîne. Tevahiya mijar û bûyeran siyasî ne.”
Dema ku Facebookê arşîveke nû ava kir ji bo propagandaya siyasî, ew li ser vê konseptê sekinî ji bo ku ji hev derxin ka çi “siyasî” ye. Ya ku li vir pirsgirêke, bi carekê rojnamevan dibînin ku gotarên wan tên sînordarkirin ji ber ku ew weke materyalê propagandaya hilbijartinan tên qebûlkirin û li gorî vê jî miamele bi wan re tê kirin. Facebookê beriya bi mehekê ev arşîv amade kir, lê ji razîbûnê bêhtir rê li ber nerazîbûnê vekir. Redaktorê sereke yê New York Timesê Mark Thompson dibêje, “Ev tehlûkeyek e ji bo demokrasiyê. Dema mesele nûçe ne, Facebook hîna jî ji wan fêm nake. Di hewldanên xwe yên sererastkirina meydana gêre de, ew jî li wan kesan zêde bû ku dixwazin xeta di navbera rojnamevaniya xwe disipêre rastiyê û propagandayê de zelûl dike.”
Bi her halî em di serdemekê de ne ku nûçe û rojnamevanî niha girêdayî Facebook, Google, Twitter, û Appleê ne. Lê tiştek zelal e ku ev şirket bi kêra wê yekê nayên ku biryarê derbarê eko-sîstema ya agahdariyan de bidin û gereke wisa nebin jî.
NEW YORK