Li Herêma Federal a Kurdistanê li gorî qanûnan divê rojnameger neyên girtin lê nûçegihanê RojNewsê Zuber Biradostî çar meh in destgirî ye û nayê darizandin.
Di 21’ê Tebaxê de nûçegihanê ajansa RojNewsê Zubêr Biradostî li herêma Biradost ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hate destgîrkirin, heta niha nehatiye dadgehkirin û nayê zanîn ji ber çi semê hatiye girtin. 4 meh in li bajaroka Pîrmam a ser bi parêzgeha Hewlêrê girtî ye.
Rojnamevan Zûbêr Biradostî di Adara îsal de jî li gundê Deştî Hîrtî ya herêma Biradostî ji aliyê asayîşê ve hatibû destgîrkirin û piştî 24 saetan hate berdan. Piştî ku hate berdan got; “Ez hişyar kirim ku li wan herêmên ku baregehên dewleta Tirk lê ne, divê bi ti awayî daxuyaniyan ji xelkê negirim û qala dagirkeriyê nekim.” Di qanûna rojnamevaniyê de bi ti awayî qala ragirtin û destgîrkirina rojnamevanan nayê kirin.
ANF/HEWLÊR