ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL
Li Şengalê vekirina gorên komî yên li gundê Koço dewam dike.
Di dema êrişên 3’yê Tebaxa sala 2014’an de, di fermana bi destê endamên çeteya DAIŞ’ê de li Şengalê gelek Êzîdî hatin şehîdkirin û li gorên komî de hatin veşartin. Ev demeke li Şengalê dest bi vekirina van goran hatiye kirin û hîna vekirina goran dewam dike ku bi awayekî fermî tê kirin. Di encamê de cenazeyên tên derxistin, ji bo testên DNA ji hev tên cudakirin. Piştî tesbîtkirina DNA´yan jî wê bi awayekî li gorî rêûresmê bên veşartin.
Rêxistina Êzîdî ya ji bo Belgeyan pêr bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku li gundê Koço yê li Başûrê Şengalê, tîma vekirina gorên komî rastî êrişeke çekdarî hatiye û bang li aliyên peywendîdar kirîbû ji bo parastina tîmên vekirina goran erka xwe bi cih bînin.
Lê, Berpirsê Parastinê yê ser bi Desteya Heşda Şebî Xalid Şengalî ji me re ragehand ku ti tîmên vekirina gorên komî rastî êrişê nehatine û nûçeyên wiha ji rastiyê dûr in û got; “Doh (pêr) di dema kar de li gundê Koço yek ji amûrên vekirina goran xerab bû û dengekî bilind jê hat. Ji ber vê, kesên nêzî gundê Koço hest bi metirsiyê kirine û nûçeyên nerast hatine belav kirin.”
Xalid diyar kir ku ji dema vekirina gorên komî ve parastina endamen tîma vekirina gorên komî dikin û ti pirsgirêkeke ewlekariyê derneketiye û got; “Ji ber ku yek amûra vekirina goran xerab bûbû doh (pêr) kar hatibû rawestandin, lê îro careke din vekirina goran dest pê kir.”