Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî hevpeymana di navbera hikûmeta Danîmarka û Rêveberiya Xweser de zarokekî 12 salî ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê radestî hikûmetê, kir. Radestkirina zarok li dergehê Sêmalka yê di navbera herêma Cizîrê û Başûrê Kurdisetanê de hat kirin. Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullkerîm Omer, Emel Dade, endama Têkiliyên YPJ`ê Nojîn Mihemed, nûnerê Rêveberiya Xweser li Skandînavyayê Wîstir Kiradgi û gerînendeyê Karûbarên Sefaretxaneyê di Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê de Christopher Vivic beşdarî radestkirinê bûn. Emel Dade bi xêrhatina şandeya Danîmarkê kir û got, “Em hêvîdar in ku ev serdan di siberojê de jî dûbare bibin.”
Di serdanê de Vivic zarokek çeteyên DAIŞ`ê ku bi eslê xwe ji Danîmarkayê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî wesîqeya wergirtinê di navbera hikûmeta wî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de wergirt.
Piştî civînek girtî di navbera her du aliyan de Vivic di kongreyeke çapemeniyê de malavahiya QSD´ê û Rêveberiya Xweser ji bo şerê DAIŞ`ê kir: “Ji ber erkeke mirovî ez li vir im. Em malavahiya tevahiya aliyên ku pêkanîna vê erka mirovî hêsan kirine, dikin û malavahiya Rêveberiya Xweser dikin ji ber hevkariya wê bi hikûmeta Danîmarkayê re.”
Emel Dade da zanîn ku wan di civînê de operasyonên QSD`ê yên têkoşîna li dijî terorê nîqaş kiriye û got, “Her wiha me pêwîstiya çareseriya aloziya Sûriyê ji aliyê siyasî ve û pêwîstiya beşdarkirina nûnerên Rêveberiya Xweser di civîn û danûstandinên bê de nîqaş kir.”
ANHA / QAMIŞLO