Daxuyaniya ku ji aliyê endama komîteya hilbijartinê Zelal Cîger ve hate xwendin. Cîger got; “Di çarçoveya hemleya şehîd Şîlan û şehîd Rustem de, me li Rojavayê Kurdistanê dest bi avakirina meclîsên herêmî kir. Li ser vê esasî li Helebê jî bi heman armancê, di 34 mehê de li taxa Şêx Meqsûd Xerbî hilbijartin pêk hatibû. Di encama vê hilbijartinê de 35 kes ji xelkê taxê yên mazet bi ser keftin”.
Cîger navên ku di hilbijartinê de bi ser keftine yek bi yek xwendin û serkeftin ji bo kesên endaman û gelê Kurd re xwest û wiha dirêjî da gotinê xwe: “ Kesên di hilbijartinê taxê de bi ser keftine wiha ye: Sûad Elîko, Dr. Şaban Mustafa, Emîne Murad Horo, Ebîr Mehmed, Reşîd Hiso Qermo, Mustafa Hebeş, Yildiz Cimo, Hesen Ebdo, Zekeriya Xelîl Sîdo, Nazliye Şêx, Mehemed Umer, Gulê CemÎl selmo, Wês Mehemd baş, Henan İsmaÎl, Elmas Elo, Osman Bozan, Zekeriya Hebeş, Remziye Hisên, Reşîd Reşo, Reşîd Musa, Erîfe Reşîd, Tahîre Mehemed Şêxo, Elham Mehemed, Elmas Ebdo, Sewliye Diya Hemzê, Mewlîde Hibo, Şadiya Henan, Xemîs Zekî Mehmud, Sireya Mehemed, Şikriya Mehemed, Hemzê Ezîz ibrahîm, Ferîde Kor Ebdo, Xebat Cêro û Mewlîde Diya Ciwan.”
Di dawî de Zelal Cîger domand û got: “Kesên ser lêdan ji bo Meclîsa herêmî kiribû. 58 kes bû. Ji wan 35 kes bi ser keftine.”
ANF/HELEB