Hilbijêrên li Elmanya, Fransa û Awusturyayê wê karibin di hilbijartinên 24´ê Hezîranê de ji îro û pê ve heta 19´ê Hezîranê dengê xwe bidin. Xebatên hilbijartinan ji bo HDP´ê li Ewrûpayê jî di vê çarçoveyê de dewam dikin. Ozdal Uçer jî tevlî civîneke gel a li Fransayê bû û got, nûnerên gelên Tirkiyeyê divê teqez li meclîsê bin. STUTTGART: Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê, Platforma Hilbijartinê ya HDP’ê li ser amadekariyên dawî civînek kir. Di civînê de plansaziya ji bo birinûanîna ser sindoqan a hilbijêran hat nirxandin. HAMBURG: Hevberdevkê HDK Ewrûpa, Sînan Unal û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi parlamenterên Hambûrgê yên SPD’ê Dr. Sven Tode û Birke Gutzki Heitmann re rûniştin. Îmret û Unal piştre çûn serdana şampiyonê Ewrûpa yê boksê Îsmaîl Ozen ê ji Dersîmê ku ji bo HDP’ê bi berfirehî dixebite, û malavahiya wî kirin. VICHY: Li bajarê Fransayê Vichyê civîneke gel hate lidarxistin. Parlamenterê berê yê Wanê Ozdal Uçer weke qiseker beşdarî civînê bû û bang li her kesî kir ku teqez dengê xwe bidin. Uçer îşaret bi girîngiya dengên li derveyî welat kir û got, nûnerên gelên Tirkiyeyê divê teqez li meclîsê bin. STOCKHOLM: Li paytexta Swêdê Stockholmê, jinên Kurd ji bo piştgiriya HDP û Selahattîn Demirtaş li taxa Kistayê dezgeh danîn. Hevseroka Şaxê Kista ya Partiya Çep, Gino Berg Ojeda û endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara jî serdana çalakgeran kirin û destek dan wan. NAVENDA NÛÇEYAN

DYE serbilind e bi xebata bi QSD´ê re

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mike Pompoe serbilindiya karê bi QSD’ê re îfade kir û got; “Em ê piştrast bikin ku hemû gelên bakurê rojhilatê Sûriyeyê, Kurd jî tê de, siberoja Sûriyeyê diyar bikin.” Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê li ser navê wezîr  Mike Pompoe derbarê operesyonên QSD’ê yên li rojhihilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyeke nivîskî da: ’’Em dê piştrast bikin ku hemû xelkên cuda yên bakurê rojhilatê Sûriyeyêö Ereb, Kurd, Xiristiyan û Tirkmen, bibin xwediyên gotina pêwîst da ku siberoja Sûriyeyê di çarçoveya pêvajoya siyasî ya li gorî biryara 2254’ê ya Konseya Ewlekariyê ya NYê de diyar bikin.” Di daxuyaniya de tê gotin ku şerê çend rojên li pêş wê gelekî dijwar be û teqez kir ku baweriya wan bi hevparên wan QSD’ê temam e û wiha tê gotin; “Em serfiraz in ku em bi wan re dixebitin da ku Sûriyeyê, ji DAIŞ’ê xelas bikin û siberojeke baştir ji bo hemû xelkê Sûriyê ava bikin.” WASHINGTON