Di dîdara medyakarên başûr û rojava da wê 140 medyakar ji başûr û rojava berhev bibin. Nêzî 95 ji wan ji başûrê welatin. Di vê dîdarêda wê nêzî 10 semînar werin pêşkêşkirin li ser medya, ziman, netewe, medya û etîkêt, medya û yêkbûna gotara kurdî, medya û aşitî û demokrasî werin pêşkêşkirin. Di hevpeyvînekê de di gel rojnameya Warda Wesfî Hesen Rêveberê Ragehandina Bajarê Duhokê diyar kir ku merem ji van dîdara ewe ku fakterek çi dibe ku Duhok bibe pira têkelîyan di navbera parçeyên din yên kurdistanê. Hesen got ku armanca sereke ya wan ji vê dîdarê ewe ku ji nêz ve haydarî rewşa rojavayê Kurdistanê bibên.
Hesen bal kişand ser dîdara medyakarên bakur û başûr û got berî salekê li Duhokê hatbu lidarxwistên û da zanîn ku naskirneka baş di navbera medyakarên bakur û başûr da çêbû. Hesen destnîşan kir ku eger li sala bê didara medyakarên başûr û rojhelat were li darxwêstên dê hewla sazkirina dîdara medyakarên başûr û rojhelatê pêk bînin. Wê dîdara medyakarên başûr û rojava di rojanên 5 û 6'ê mehê were li darxwêstên û dîdar wê di Hola Komeleya Nivîskarên Kurd a Duhokê pêk bê.
DUHOK