Weke qiseker serokê hikûmeta demkî ya Şengalê Seîd Hesen, endamê rêveberiya xweser û hêza parastina Êzîdiyan Nûrî Mîrza û Xalit Salîh Faris, ji nûnerên Hêza Nînova ya Asuriyên li Iraqê Sharbîl Hanna Matty, Serokê yekitiya Welatparêz a Betnahrîn Yousîf Yakoup Mattî, ji nûnerên civaka Tirkmen Hasan Tawfîq Aydinli, Niyazî Mîmar Oglû beşdarî panelê bûn.
Serokê Delegasyona Fermî ya ji Parlamenta Ewropayê (PE) ya ji têkiliyê bi Iraqê re berpirsyar e, parlamenterê Îngîlîz Davîd Campbell Bannerman got: "Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de em berxwedana wan a li Şengalê pîroz dikin." Cigirê serokwezîr Brîan Hayes yê Îrldandayî jî da zanîn ku pêşmerge jî di nav de destekê didin hemû şervanên Kurd.
Piştre nûnerên heyeta Êzîdiyan ya bi vexwendînameya fermî ya YE’ê hatibû, axivîn. Serokê demkî yê hikûmeta Şengalê Seîd Hesen da zanîn ku rejîmên otorîter û zextdar ên Rojhilata Navîn li serê gelan bûne bela. Hesen diyar kir ku eger ji şervanên PKK’ê nebûna wê DAIŞ’ê ew ji nexşerê rakira û got: "Mixabin yên ku divê em biparastana jî li holê tinebûn." Hasan hewcedariyên rêveberiya xweser a demkî ya Şengalê anî ziman û bang li YE, NY û raya giştî ya cîhanê kir ku di vê mijarê de berpirsyariya xwe bînin cih.
Ji hêza parastina Êzîdiyan YBŞ’ê Nûrî Mîrza jî rewşa Êzîdiyên rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatine vegot û hewcedariya hêzên ku li Şengalê li ber xwe didin, anî ziman.
Mîrza da xuyakirin ku YE jî di nav de heta niha gelek hêzan soza alîkariyê dane lê ti hewcedariyên wan nehatine cih û anî ziman ku eger ger li şûna çekên sivik, çekên giran di destê wan de hebûna wê zêdetir serketîbûna.
HUSEYÎN ELMALI /ANF/STRASBOÛRG