Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku Bakurê Sûriyê ber bi qonaxeke nû ve diçe û bang li hemû şêniyan kir ku kesê guncaw yê karibin temsîla gel bikin, hilbijêrin.
Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di civîna li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo ji malbatên şehîdan hate lidarxistin axivî.
Civîn li ser rewşên dawî yên li Sûriyê û qonaxa nû ku li Bakurê Sûriyê diqewime, hat lidarxistin.
Heverokê Desteya Darayî ya Kantona Cizîrê Remziya Mihemed û bi dehan malbatên şehîdan ên ji Kantona Qamişlo beşdarî civînê bûn ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hatibû organîzkirin.
Berxwedanê çete tarûmar kirin
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl behsa rola şehîdan di şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê de kir û got: ʺHer tişt û bipêşketinên dîplomasî, siyasî û eskerî ku me bi dest xistine, bi saya rola sereke ya şehîdan hatiye bidestxsitin.ʺ
Xelîl her wiha da zanîn ku bi saya şervanên YPJ/YPG`ê yên di çeperên şer de û li paytexta Çeteyan li wan didin û bajarê Reqa ji wan rizgar dikin, em îro azad dijîn.
Xelîl, di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku berxwedana ciwanên Bakurê Sûriyê bi herdu zayendan pêk anî, çete ji hev tar û mar kirin û got: ʺBerxwerdana şervanên me çeteyên DAIŞ`ê parçe kir û moralên çeteyên Erdogan nehişt.ʺ
Xelîl, di nava axaftina xwe de behsa qonaxa nû ya Rojava-Bakruê Sûriyê jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺEm êdî ber bi qonaxeke nû ve diçin. Sîstema desthilatdariyê wê bê guhertin. Va ye, sîstema federal tê avakirin û her kes dikare nihêrîna xwe bibêje û di rêveberiya xwe de cih bigire.ʺ Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li hemû şêniyên herêmê kir da ku berê xwe bidin sindoqên hilbijartinan û nûnerên xwe bi dengê xwe diyar bikin.ʺ
QAMIŞLO