Doskî: Di nava wêjevanên me yên berê û niha de jî wek Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî û gelekên din hemî mînakên berxwedanê ne. Wêjevanên niha jî bêguman li ser vî bingehî xwe çêdikin. Di hemî qadan de berxwedan wê her hebe.
CANO ŞAKIR / OLDENBURG
PENa Kurd li bajarê Elmanyayê Oldenbûrgê 23´yê Hezîranê kongreya xwe kir. Kongreyê 3 rojan dewam kir. Yek ji kesên di dîwana kongreyê de Bêrîvan Doskî bû. Di civînê de Eslîxan Yildirim û Samî Tan weke hevserokên PENa Kurd hatin hilbijartin. Di hemn kongreyê de Bêrîvan Doskî û Şêrzad Hesen jî weke serokên rûmetê yên PENa Kurd hatin hilbijartin. Me hevpeyvînek bi birêz Bêrîvan Doskî re li ser PENa Kurd û wêjeya Kurdî kir.
Dostî îşaret bi şîara kongreyê “Berxwedan jiyan e” kir got, “Bêguman, di qada rewşenbîriya Kurd de berxwedan wê hebe û wê bimîne. Ji ber ku neyarên gelê me beriya ku dest bi dagirkeriya welatê me bikin wan bi qirrkirina çand, wêje, ziman, û dîroka me welatê me dagir kirin. Lewma ev dirûşm ji bo me wê sereke be.”
Kongreya we qederê 3 rojan li bajarê Oldenburgê bi rê ve çû, heger em hinekî vegerin berê, çi cudahî di navbera vê kongreyê û yên din de heye?
Hinek xalên hevbeş û cuda hebûn di navbera kongra îsal û salên berê de. Weke her car pirrengiyek di nûnertiya diyalêkt û wêje de û di boçûnên cûda yên kongirê îsal de hebûn. Jixwe gelek nivîskar û rojnemevan ji welat û derve beşdarî kongreya 10´an bûbûn. Ji bilî endamên me yên PENa Kurd yên nû her wiha mêvanên derve jî hebûn. Jixwe îsal kongre û konferansa me bi hev re meşiya.
Kongra me ya îsal piştî hewqas avakirina saziyên me yên rewşenbîrî û yên ziman, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li ser asta herçar parçên Kurdistanê tenê PENa Kurd dikare di vê qonaxê de û di vê dema niha de nûnertiya rewşenbîriya Kurd bike.
Ji ber vê jî îsal piştî ku li Bakurê Kurdistanê ewqas saziyên me hatin girtin me bi giyanê xwe yê rewşenbîrî kongira xwe li dar xist. Jixwe hûn baş dizanin berî vê bi 9 salan me kongrên xwe li Bakurê welêt li darxist. Sala 2013´an û 2016´an jî me kongreyên xwe li Bakurê Kurdistanê li dar xist. Me dîsa jî biryar da ku em ê di nava şert û mercên zehmet de kongreya xwe li dar bixin.
Navend her welat e
Yanî wek gelek ji we agahdar in, piştî hevsengandina bi salan û danûstandina di navbera endam û hevalên PENa Kurd de û gelek şêwirmendên PENa Kurd jî biryar hat dayin ku navend here welat û li Amed a paytext xebata xwe dewam bike, wisa jî kongra xwe ya 8´an li Amedê li dar xist. Bi wê re jî gelek çalakî û hevdîtinên rewşenbîrî hatin çêkirin. Endamên PENa Kurd ji xwe re wek destûrekê diyar kiribûn ku li kîjan parçê Kurdistanê pêwîst be, ew ê çalakî û xebatên xwe bi rê ve bibin. Jixwe, hema bêje me heta niha li her çar parçeyên welat xebata xwe meşandiye. Çawa ku tê zanîn, piştî kongira 2016´an gelek sazî û dezgehên rewşenbîrî yên li bakurê welêt hatin girtin û qedexekirin. Vê rewşê hişt ku azadiya derbirînê ya nivîsandinê û azadiya ziman wek xwe nemîne, ji ber vê sedemê wek biryar wê navend li bakurê welat bimîne û li derve em ê kar û xebatên xwe dewam bikin.
Bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” kongreya we bi rê ve çû; ev dirûşm şoreşên çekdarî yên Kurdistanê tîne bîra mirov. Gelo di qada rewşenbîriya Kurd de şoreşeke wilo heye?
Bêguman, di qada rewşenbîriya Kurd de wê berxwedan hebe û wê bimîne. Ji ber ku neyarên gelê me beriya ku dest bi dagirkeriya welatê me bikin wan bi qirkirina çand, wêje, ziman, û dîroka me welatê me dagir kirin. Lewma ev dirûşm ji bo me wê sereke be. Di navbera edebiyat, berxwedan û serxwebûnê de jî têkiliyeke girîng heye. Girêdayî mijarê bandoreke mezin û girîng li ser wêje û wêjevanê Kurd heye. Em ji bîr nekin ku bê peyama rewşenbîriya Kurd a ku di kesayeta Ehmedê Xanî de çiqasî li ser partî û kesayetên siyasî heye. Yanî di dîrokê de wêjevanên Kurd bi peyamên xwe hiştine ku xebatkarên tevgerên siyasî peyamên wan ji xwe re bikin armanc ji bo tekoşînê. Jixwe diyar e ku asta kolektîv a sirûda Helbestvanê mezin Dildar bi sirûda ´Ey Reqîb´ Kurdan tevan li dora xwe dicivîne. Bi vê jî isbat bûye ku ti ji siyastmedaran nikarî vê yekê bike an jî girêdaneke kolektîv derxe holê. Ne tenê di nava me Kurdan de durişma berxwedanê li pêş e, her wiha di nava gelên din de wek gelên Efrîkayê û gelê Filistînê jî ev dirûşma berxwedanê li pêş e, û pê re dikarîn çand û wêjeya xwe biparêzin. Di nava wêjevanên me yên berê û niha de jî wek Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî û gelekên din hemî mînakên berxwedanê ne. Wêjevanên niha jî bêguman li ser vî bingehî xwe çêdikin. Di hemî qadan de berxwedan wê her hebe. Jixwe dema rewşa miletkî dikeve metirsiyê wê di hemî waran de berxwedanê hebe.
Di qada rewşenbîriya Kurdî de Pena Kurd xwedî mîsyoneke çawa ye?
Ji ber ku PENa Kurd nûnertiya wêje, ziman û çanda Kurdî di qada navneteweyî de dike divê ji sedî sed misyonek wê ya neteweyî hebe. Divê yekîtiya ziman û wêjeya kurdî hebe tevî pirrengî û dewlemendiya diyalêkt û dîtinên cuda, devok û wêjeyên cuda. Di heman gavê de divê PENa Kurd di hemrengî û pirrengiya wêjeya Kurd de li di qada navneteyî xwedî helwest be. Yanî ji bo PENa Kurd qet nabe ku temsîla aliyekî yan devokekê yan jî parçek ji Kurdistanê bike yan xwe bi ser aliyekî siyasî de bibe. Her wiha doza gelê Kurd dikare di çarçoveya vê misyonê de were dayin. Em jî dibêjin, em jî li vir in, zimanê me heye, wêjeya me heye, zimanê me heye, bi navê zimanê Kurdî wêjeyek heye, bi navê wêjeya Kurdî mafê me jî heye di nava civaka navneteweyî ya pirrengiya zimamên gelan de cihekî me yî diyar di nava hişmendiya mirovahtiyê de hebe. Kesên di nava PENa Kurd de kar bike divê xwedî vê mîsyonê be.
PENa Kurd endama PENa Navneteweyî ye, gelo di nava kar û xebatên we û danûstandinan de ji bilî çanda Kurdan, we êşên Kurdan di warê cihanî de daye naskirin?
Dema ku tu navê Kurdan bi lêv dikî, tu behsa êş û azaran dikî. Dema ku tu behsa wêjeya kurdî dikî jixwe wêjeya Kurdî tijî êş û azarên Kurdan e. Jixwe, fonksiyona PENa Navneteweyî jî ji bo gelek tiştan e; ji bo gelek mafan e; mafê parastina zimanên di bin metirsiyê de, mafê derbirînê û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê yeksaniyê, mafê aştiyê û her wekî din.
Jixwe qala êş û azarên Kurdan dike
Jixwe, PENa Navteweyî haydarî van xebatan e û ew ne tenê ji bo gelê Kurd û êşên wan her wiha PENa Navneteweyî vî karê xwe yê sereke bi çar komîteyên xwe dimeşîne. Mînak, komîta nivîskarên ji bo aştiyê kar dikin, heye. Em jî di vê komîteyê de endam in. Her wiha komîteya nivîskarên di zindanê de heye. Hewl didin nivîskarên li zindanan di nava mercên zehmet de azad bikin. Komîta mafê ziman û wergerê ji bo azadiya ziman kar dike, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê kar dike, ji bo azadiya derbirînê kar dike. Dîsa em di komîteya nivîskarên jinan de jî hene. Ji bo mafê jinê û hemî mijarên girêdayî jinê em kar dikin. Dîsa, herçî mijara êş û azarên Kurdan e, di hemî hevdîtinên xwe de em wan tînin ziman; mînak ferman û karesata Şengal û Kobanê me her aniye rojeva xebatên xwe, yanî di hundirê welat de çi bûyer û nexweşî rûdidin, em bi wan re têkildar dibin.