Ebdulkerîm Umer beşdarî bernameya Binxet a Televizyona Ozgur Gun TV bû û xebatên dîplomatîk yên Rêveberiya Xweser a Rojava bi awayekî berfireh nirxand. Umer da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ji bo pêşxistina xebatên xwe yên dîplomatîk serdana gelek welatan kir û got, di destpêka serdanên wan de hemû aliyan dixwest sîstema Rojava û berxwedana li dijî hemû cûreyên êrîşan a gelê herêmê nas bikin.
‘Hêzên derve neçar mane’
Umer, da xuyakirin ku ji ber ku ti projeyên opozîsyona Sûriyeyê tune bûn, hêzên derve neçar man bi projeya demokratîk a Rojava re ku xeta sêyemîn esas girt, têkiliyan deynin û wiha dom kir: “Em xwedî proje ne. Ew neçar bûn bi me re bidin û bistînin. Guhertinên li cihê cih jî, kir hemû cîha bala xwe bidiyê. Berxwedana Kobanê jî bû destpêka qonaxeke nû ya dîplomasiya Rojava û deriyê têkiliyan ji me re vekir.”
Ebdulkerîm Umer, serdana balyozxaneya Emerîka ya Elmanyayê bi bîr xist û weha pê de çû: “Cara yekem Emerîkayê got, Sînem Mihemed hevala PYD’ê ye, nabe ew beşdarî hevdîtinan bibe. Lê niha Sînem Mihemed fermî tevlî şandeya me ya serdana Emerîkayê kir, û li Koşka Spî bi rayedarên Emerîkayê re hevdîtin pêk anîn.”
‘Hikûmeta AKP’ê gelek astengî danîn’
Umer li ser astengiyên ketine pêşiya xebatên wan ên dîplomatîk jî agahî dan û got: “Hikûmeta AKP’ê gelekî hewl da ku Rêveberiya Rojava neyê qebûlkirin. Gelek hevdîtin kirin û hewl da ku ti kes bi me re hevdîtinan neke. Lê berxwedan û tekoşîna gelê me hemû hewldanên wan pûç kirin.”
‘Nûnertiya Rojava li gelek welatan vebû’
Ebdulkerîm Umer, li ser nûnertiyên Rêveberiya Xweser a Rojava ku li 5 welatan hatine vekirin jî agahî dan û got: “Nûnertiyên me li Başûr, Rûsya, Swêd, Elmaniya û herî dawî li Fransa jî hatin vekirin. Li Emerîka jî wê nûnertiya me di nava çend mehan de bê vekirin. Biryara wê hatiye dayîn û erêkirina wê jî hatiye, tenê hin mijarên teknîkî mane, meseleya cih û hin tiştên din mane. Em dikarin bibêjin di nava çend mehan de, yanî di nava sala 2016’an de wê nûnertiya Rojava li Emarîkayê jî bê vekirin. “
‘Nûneriyên me fermî ne’
Li ser kar û xebatên nûneriyên hatine vekirin, Umer ev agahî dan û got: “Nûeriyên Rojava yên li derve fermî ne. Yanî ne wekî balyozxaneyên dewletan e, lê hemû karên fermî dimeşînin. Vekirina wan bi biryara fermî pêk hatiye. Yanî em dikarin bibêjin nûnertiyên me hema wekî balyozxaneyan e. Lê ji ber sîstema me ne ya dewletê ye. Balyozxane yên dewletan in, em jî ne dewlet in. Di rêya wan nûnertiyan de dê hemû xebatên Rêveberiyê yên derve wê bimeşin.”
‘Li derdora Rojava ambargo heye’
Ebdulkerîm Umer li ser xebatên dîplomasî yên Rêveberiya Xweser ên li Rojhilata Navîn jî axivî û destnîşan kir ku ji ber sîstemên desthiladar ên welatên Ereb û Rojhlata Navîn heta niha di warê dîplomasiyê de gaveke mezin nehatiye avêtin.
Umer da zanîn ku li derdora Rojava ambargo heye û weha pêda çû: “Me gelekî hewl da ku em xwe bigihînin hemû welatan û têkiliyên xwe yên dîplomasiyê bi pêş bixin, lê ji ber têkiliya Tirkiyê ya bi wan welatan re her wiha ji ber ambargoya li ser Rojava em nikarin xwe bi hêsanî bigihînin cîhana ereban û Rojhilata Navîn.”
‘PDK’ê hevdîtinan asteng dike’
Hevserokê Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer da diyarkirin ku girtina deriyê sînor ê Sêmalka bandoreke neyînî li xebatên wan ên dîplomasiyê kiriye û got, “Ev demek e ku em li bendê bûn ku em herin derve û beşdarî hevdîtinan bibin, lê ji ber poltîkayên PDK’ê yên dijber û girtina derî me nikarîbû beşdarî wan hevdîtinan bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN