Ne xewn bû. Ew bû. Rûyê wî yê esmer bi vebûna derî re xuyanî kir. Montekî rêş î çerm lê bû. Dema ku çavên wî hingivîn bûkên çavên min, pêşî mezin bûn mezin bûn, paşê herdu qelpax ji ber xwe hatin girtin. Lê dilê min…Dilê min wisa hildavêt wisa dikir kutekut, bo ku dernekeve der, min destê xwe yê rastê danî bû ser. Ew, wekî ku tiştek nebûbe, li devê derî şipiya ma. Min dia dikirin bo ku bikeve hûndir û bibe mêvanê me. Lê ew neket hundir, xwest ez derkevim der. Wê kêlîkê bigota bimire, min ê ruh bidaya. Lê min dixwest di hembêza wî de henaseya dawî bidim û bistînim, û piştî nerîna dawî herdu çavên wî bikim gorna xwe û bimrim. Jixwe ez dimirim. Hem jî herroj. Roja ku neketiba bala min, roja ku nehata xewna min, nîn bû. Çaxê min ew nedidît qolincên hezê diketin hinavên min. Gava ku min ew didît jî bi destan re piyên min dibûn du rêsî, gewrî li min ziwa dibû, sergêjekê mêjiyê min tev dida. Niha jî ne li ser hişê xwe me. Çawa derketim derve, çawa bi pey ketim nayê bîra min. Dema ku li pêlavên xwe daqul hatim, diya min gotibû ‘nemînin derengî şevê’! Ev du meh bûn ku ez li hêviya îşev bûm. Îşev şeva min bû, û min dixwest sibeh jî bibe sibeha min û her kelîyê heta dawiya jiyana xwe jibîr nekim. Dîmênên ku min diwênandin di serê xwe de, kêliyên bi rengên peyşabûnê nîgarkirî kutekuta dilê min zêdetir dikirin. Û wî her ku diçû gavên xwe vedikirin. Mîna ku hinek li pey me bin, mîna ku min birevîne; ez li dû û ew dibeziya. Di reşespîya êvarê de, li perê riya ku dê weledê xwe davêt, bîhna nêraniya wî di nava vê izomatê de min ber bi xwe ve dikişîne. Tîhna dilê wî dilê min wisa disincirîne; heptûzkên xwêdanê ji binê çengê min diherikin bi ser tengal û qamaxên min de. Laşê min ê ku dilênên xwedayînê ew mîna hespekê rakirine hêreşanê, hestên min ê ku ez nema karim rişma wan ragirim, amede ne ku li vir, di nava vê xirecerirê de, vê piyariyê bikin doşek û min li serê vezilînin…
Çavên xwe digirim.
Xewna ku herşev dibînim vê êvarê dixwazim veguhêzim rastiyê.
Ew bi ku ve min bibe, çi bixwaze ji min, amede me ku bikim. Min hew tiştek divê. Hew, bila ji min hez bike. Wekî kulîlkekê bila min bîhn bike. Bixwaze bila min ji pel û pelçiman bike. Bixwaze bila min têxe guldanka dilê xwe û di wir de xwedî bike.
Lê ew li min xwedî dernayê. Herdu destên wî di bêrîkên wî de, dilezîne.
Barana ku peşko peşko erd şil dikir, bi derbekê re zêdetir dike. Pêşî ew û paşê ez xwe davêjin ber sifirneya dikaneke li ser peyariyê. Bi mahneya xwe ji peşkên baranê biparêzim serê xwe nêzî milê wî dikim. Ew ji dêvla ku bi bîhna min a kulîlkîn dil û hinavên xwe bi rîhaya hezê bişo, berê xwe diguhere, li kafeya ku roniyên wê ji keskiyê wediguhere sorahiyê û paşê zer dibe, dinere. Bêyî dilê xwe dibêje ‘em herin vê kafeyê’. Bi gotina kafeyê re hemû xewn û xeyalên min şilo pilo dibin. Ez a li hêviyê ku destên min bixe nava destên xwe, min bide ber hembêza xwe û bibe malê, bi peyva kafeyê hildiçenim. Li esmeriya wî ya ku min dikarî xwe bikim gorî dinerim. Bi kerb jê dipirsim, ‘tu nizanî ku min dil daye te û ez dixwazim rojekê berî roja din xwe bidim te’?
Ew di eynê xwe dernaxe. Bi dengekî ji qirikê berjor dibêje ‘dizanim dizanim’…piştî bêdengiyeke kurt, bi ser ve dike, ‘dilê te ji min re, tu ji xwe re be, Nûra min’!
*Ji serboriya Nûrê