Girtiya nexweş Nurcan Bakir ku ev 28 sal bûn girtî bû û piştî greva birçîbûnê ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê mişextî Girtîgeha Burhaniyê kirin, bi armanca zext û zordariyan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî.
Malbatê cenazeyê Bakir ji Morga Tiba Edlî ya Bûrsayê stand û ji bo veşêre bir goristana li taxa Heciya ya Mehsertê ya Mêrdînê.
Beşdaran darbesta Bakir li ser milan û bi dirûşmeya ‘’Bijî berxwedana jinan’’ heta bi goristanê birin.
Hevseroka Mêrdînê ya HDP’ê Perîhan Agaoglu li ser cenaze axivî û got, ‘’Serê me jinan bilind e. Heval Nurcan hê di zaroktiyê de dest bi têkoşînê kir û ev ê ji bo me bibe ronahî. Rêya wê, mîrateya ku wê hiştî em ê bidomînin.’’
Malbatê diyar kir ew ê konê sersaxiyê li Edeneyê deyne.
NAVENDA NÛÇEYAN