Bi sed hezaran mirovên ji şerê li Sûriyeyê û hovîtiya DAIŞ'ê reviyan, xwe li Rojava girtin. Rojava hewl dide bi derfetên xwe vî barî rake.

Di nava şer û krîza 5 salan a Sûriyeyê de, tevî hemû êriş û ambargoyên aborî, yekane cihê herî aram Rojavayê Kurdistanê ye. Herikîna koçberan a ber bi vê herêma ewle ve dewam dike.

Koçberên ji herêmên çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê direvin xwe li Rojavayê Kurdistanê digirin. Her weha ji Mûsil û gelek herêmên din ên Iraqê jî penaberan berê xwe daye Rojava. Rojava jî hewl dide bi derfetên xwe yên kêm van penaberan bihewîne û bersivê bide pêdiviyên wan.


Li şeş kampan  zêdeyî 40 hezar penaberî dijîn

Li wargehên ji bo koçberan hatine amadekirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava hewl dide bersiva pêdiviyên weke stargeh, av û xwarinê bide. Li şeş kampên sê Kantonan, bi deh hezaran penaber dijîn û ev hejmar roj bi roj zêde dibe.

Bi taybetî ji herêma Şehba, Heleb û Mûsilê rojane mirov koçî Rojavayê Kurdistanê dikin. Lê belê Rojava ya ku hewl dide van penaberan bi derfetên xwe vehewîne, bi tenê tê hiştin.

Ewrûpa ya ku ji bo koçberan bi milyara dolaran alîkariyê dide Tirkiyeyê, di vî warî de Rojava ya di bin ambargoyê de naxwaze bibîne. Tevî miracaetan hemûyan jî saziyên li qada navneteweyî yên ji bo penaberan dixebitin, bêdeng in.

Yek ji şeş kampên li Rojavayê Kurdistanê kampa Holê ye. Rêveberên Xweseriya Demokratîk qala pirsgirêk û pêdiviyên koçberan kir.


Bi giştî 800 hezar penaber hene

Ji ber kiryarên ne exlaqî û ne însanî yên çeteyên DAIŞ'ê û Koalîsyona Sûriyeyê, zêdeyî 800 hezar koçberan koçî kantonên Rojava kir. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Koçber bi derfetên xwe li Rojava mal kirê kirine yan jî li cem xizmên xwe bi cih bûne. Yên derfetên xwe nînin jî li kampên ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatine amadekirin, tên bicihkirin. Li van kampan niha zêdeyî 40 hezar mirovî dijîn û beşeke mezin a van koçberan hatine ji herêma Şehbayê û herêmên din ên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de.

Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berakat bi bîr xist, ku Rojava êrişên çeteyan şikandine û piştî ku bû xwedî sîstemeke ewle, gelên Rojava li cih û warên xwe vegeriyan e. Berakat got, "Ji herêmên din ên Sûriyeyê mirov koç dikin. Koçber berê xwe didin cihên ewle û aram. Hejmareke zêde koçî Kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê dikin. Em jî hewl didin bersivê bidin pêdiviyên wan û jiyana wan ewle dikin."


Herî zêde koçî Efrînê dikin

Koça herî zêde ji herêma Şehbayê tê kirin. Bi sed hezaran mirovan berê xwe da Kantona Efrînê. Li gorî lêkolîneke meha bihurî ya li kampa Rûbarê ya li Kantona Efrînê, li vê kampê zêdeyî 30 hezar koçberî hene. Ji ber rewşa li herema Şehbayê ev hejmar kêlî bi kêlî zêde dibe.

Li kampa Miştenûrê ya Kobanê jî, niha bi giranî welatiyên ji Reqqa, Minbic, Cerablûs û Şamê dijîn.

Endama Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Sena Deha da zanîn ku bi qewimînên li Babê û Şehbayê re pêla koçberiyê zêde bûye û weke Rêveberiya Xweser a Rojava ew hewl didin ji pêdiviyên koçberan re bibin bersiv.


4 kamp li Kantona Cizîrê ne

Ji 6 kampên li Rojavayê Kurdistanê, 4 jê li Kantona Cizîrê ne. Piştî ku PDK'ê deriyên xwe li koçberên li Iraqê girt, bi sed hezaran kesî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Li ser vê yekê di 21'ê Nîsana 2016'an de kampa Holê hat vekirin û niha zêdeyî 5 hezar kesî lê dijîn. Bi koça ji Mûsilê re, ev hejmar zêde dibe. Wekî din li Kampa Rojava ya li Kantona Cizîrê ye, penaberên ji Iraqê hatine bicihkirin.

Li Kampa Newrozê ya li Kantona Cizîrê malbatên Êzîdî yên di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê PDK'ê ve di nava lepên DAIŞ'ê de hatî hiştin, hatine bicihkirin. Li vê kampê niha 3 hezar 400 kes dijîn.


Kampa Mebrûka

Li bajarê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê jî di 25'ê Gulanê de Kampa Mebrûka hat vekirin. Li vê kampê pirraniya wan ji Reqqayê zêdeyî 300 kesî dijîn.

‘Endamê Desteya Karên Hundir a Civakî ya Kantona Cizîrê Mahmût Karo ragihand ku ew hewl didin ku bersivê bidin pêdiviyên koçberan û got: “Lê belê ji ber ku derfetên me kêm in, bi qasî em dixwazin em nikarin xizmetê bidin. Ji ber ku li xaka Rojava hînê şer dewam dike û ambargo li ser heye. Tevî vê yekê jî em karên xwe didomînin.

Li kampên me, herî zêde pêwîstî bi av, xwarin û kelûmelên tenduristiyê heye. Ji ber şert û mercên em tê de, herçend em hewl didin bersivê bidin pêdiviyên gelê xwe jî, di warê peydakirinê de pirsgirêk derdikevin pêşiya me."


‘Rexmê miracaetê jî alîkarî nayê dayîn’

Endama Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Sena Deha ji ragihand, ji bo sererastkirina mercên jiyanê yên penaberan derfetên wan ên aboriyê têrê nake û bi bîr xist, ku wan daxwaza alîkariyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirine. Deha got, "Ambargo li ser me heye. Deriyê Sêmalka girtî ye, sînorên Tirkiyeyê girtî ne. Eger zehmetiyê dikişînin ku kelûmelên alîkariyê ji ber van şertan bigihînin me, hingî dikarin ji aliyê fînansmanê ve alîkariyê bidin me. Me ev daxwaza xwe ji rayedarên Neteweyên Yekbûyî re ragihand. Lê belê di vê mijarê de alîkariya em li bendê bûn, nehat dayîn.”

Sena Deha bal kişan ser şert û mercên havînê û wiha dawî li axaftinên xwe anîn: “Pêkan e gelek nexweşî bibin der. Û dermanên li ber destê me jî li ber qedandinê ne. Ji ber vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya însanî dikin da ku derhal zend û benda badin."



BÊRÎTAN SARYA/CÎLO JÎNDAR/ANF/QAMIŞLO