Pencewînî diyar kir, di demên bihurî de bi komployên bi heman rengî re Rêberê Kurdan hatine têk birin, heman rêbaz li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd jî hatiye bikaranîn û got, „Di ser girtina Birêz Ocalan a bi komploya navneteweyî re 17 sal derbas bûn. Komplo ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê felaketeke mezin bû. Di dîroka Kurdan de gelek mînakên weke vê hene. Ji bo tepisandina îsyanên Kurdan, rêberên serhildanan dihatin girtin û îdamkirin. Li hemberî Qazî Mihemed jî heman rêbaz hat bikaranîn. Ji wan hebû; eger Ocalan bi komployê were girtin û radestî dewleta Tirk bê kirin, wê gelê Kurd nema karibe têbikoşe û PKK jî bi hêsanî teslîm bihata girtin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bianiya.“
Pencewînî da zanîn, ku ev hesabên komplogeran pêk nehatine, gel û PKK’ê bi berxwedanê bersiv dane komployê û axaftina xwe wiha dewam kir: „PKK di çarçoveya felsefe, tecrûbe û bîrdoziya Ocalan de, di nava vê pêvajoya komployê de hemû planên li ser hatibûn kirin pûç kir û hîn bêhtir xurt bû, bi vê mezinbûna xwe re bersiv da komployê. Gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Birêz Ocalan herikî kolanan û xwedî lê derket. Daxwaza maf û azadiyê kir. Gelê Kurd di serî de li Bakurê Kurdistanê eger îro li tevahiya Kurdistanê daxwaza azadî û demokrasiyê dike, di vê de para Ocalan mezin e.“
Banga yekîtiya neteweyî
Pencewînî banga yekîtiyê li tevahiya pêşengên partiyên siyasî yên Kurd kir û ji hemû hêzên Kurd xwest, ku di vê pêvajoya dîrokî de li gorî berjewendiyên çar parçeyên Kurdistanê li dora bernameyekê li hev bicivin.
Mihemed Emîn Pencewînî da xuyakirin, ku Kurd ne Kurdên berê ne, divê ji sedî sed firsendên derketine holê bi kar bînin. Siyasetmedarê Kurd got, „Li pêşiya Kurdan bi tenê astengiyek heye, ew jî pirsgirêka nebûna yekîtiya neteweyî ye“ û herî dawî ev nirxandin kir: „Eger Kurd karibin yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, hêzên dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, wê ti carî nikaribin Kurdan ji nedîtî ve bên. Eger em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk nînin, ev firsenda dîrokî wê ji destê biçe. Kurdan ji ber peymana Sykes-Pîcot sed salan êş kişandin û bê statu man. Em nikarin qebûl bikin ku sed salên din heman êşê bikişînin. Lewma divê em firsenda heyî baş bi kar bînin.“
SLÊMANÎ