
YEKO ARDIL / BERLÎN
Mihemed Emîn Pênciwênî yek ji rewşenbîrên navdar ên Kurdistanê ye ku demeke dirêj ji bilî karûbarên edebî û rewşenbîrî di nava partiyên siyasî de cihê xwe girt. Ji partiya komunîst a Iraqê heta bi damezrêneriya PAK´ê, ji hevdîtinên bi Ocalan, Mele Mistefa û Celal Talabanî heta bi rêwîtiya menzilên wî yên mekanî, Pênciwênî dilê xwe ji rojnameya me re vekir. Li gorî Pênciwênî pêvajoya aştiyê tevî kêm û kurtiyên xwe hemûyan jî, ji ber destwerdana Erdogan têk çûye. Pênciwênî ji bo Kongreyeke Berfireh a Neteweyî jî damezrandina heyeteke diyalogê ya di nav aliyên siyasî yên Kurd de pêşniyaz dike. Pênciwênî dibêje, heger ew îroj derfetê bi dest bixe û Ocalan bibîne, ew ê jê re bibêje "çavên dinyayê li ser vê Giravê ne. Dinya her li benda axaftina te ye bê ka tu çi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyaz dikî."
Mamoste piştî demeke dirêj vegeriyayî welêt û niha careke din piştî salên dirêj li Ewrûpayê yî, ji kerema xwe re dikarî hinekî behsa vê çîroka çûn û hatina xwe bikî?
Sedemên girîng bêrîkirin û daxwaza xizmetê bû. Li vir êdî ew derfet nemabû. Min wisa bawer kiribû ku ez li Ewrûpa bi rola xwe rabûme. Çi li ser asta rewşenbîrî û çi jî li ser asta siyasî. Wek tê zanîn me wê demê YRWK (Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê) damezrand. Me înstîtûta Kurdî ava kir, ez serokê duyem yê înstîtûtê bûm piştî Îsmet Şerîf Wanly. Ji ber ku mamoste Îsmet li Lozanê niştecih bû û dûr bû. Min bi awayekî fiîlî karê serokatiyê bi rê ve dibir. Ez bawer dikim înstîtût jî bi roleke baş di warê edeb, çand û dîroka zanistî ya Kurd li Ewrûpa de rabû. Piştre ez têgihiştim ku li Başûr bêtir derfetên xizmeta doza Kurd peyde bûne û min biryar da vegerim.
Li aliyê din Kurdistan azad bûbû. Li Kurdistanê derfetên girîng ji bo xizmetê hebûn û ez li wir jî bi rola xwe rabûm.
Me veşartî kar dikir
Gelo ev çûn û hatinên te li gel mîsyonekê encam didin an jî tenê bi daxwaza cenabê te pêk tên?
Cara yekem derketina min a derve ji ber sedemên girîng encam da. Çawa hûn jî dizanin wê demê Kurdistan têk çû. Hikûmet û sazî neman. Em jî beşdarî raperîn û serhildanan bûn. Helbet dema ez li wir jî bûm peywendiyên min li gel Bizava Azadiyê ya Gelê Kurd (PKK) hebûn. Me wê demê PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) damezrand...
Dr. Sîrwan û hevalên din jî bi we re bûn?
Belê, ew li beşa leşkerî bûn, em jî li xeta siyasî bûn. Ji ber ku min berê di nav Partî Komunist de kar kiribû, tecrûbeyeke me ya baş hebû. Piştî ku baweriya me bi wê tevgerê nema, me peywendî li gel hevalên PKK´ê durist kir. Wê demê li Başûr dezgehên hikûmetê nebûn. Parlamento ava nebûbû. Her partiyek li mintiqeyekê hikûm dikir. Gava em tevlî nav xebata PKK´ê bûn, hemû partiyên Başûr rê nedidan ku PKK li wir xebatê bike. Me veşartî kar dikir. Em çend caran çûn cem Serokatiyê. Piştre me gelek hunermend, siyasetmedar û rewşenbîr organîze kirin. Em li gelek deveran bi kadroyên PKK´ê re geriyan û me xebat kir. Ji Hewlêrê heta Silêmanî, Kelar û Derbendîxanê. Ev tev de bûn sedem ku rewşa min li Başûr xera bibe. Min êdî nekarî xwe li Başûr biparêzim, temenê min jî dest nedida ku biçim nav gerîla, çend hevalên me jî hatin şehîdkirin, çend ji wan neçar man birevin, li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê.
Yên ew cînayet û zext dikirin, kî bûn?
Wê demê hêj hikûmet çênebûbû, PDK û YNK li ser herêmê hikûm dikirin. Jiyana min ket xeterê. Avêtin ser mala min û mala min talan kirin. Mala min li Hewlêrê bû. Ez neçar mam biçim Beqaayê. Hevalan ji çiya nameyek da min û ez çûm cem Serokatiyê. Bîst rojan li wir mam. Min pêşniyaza derketina Ewrûpayê kir, Serok jî di cih de dît. Ez hatim, me li Bonnê kombûnek çêkir. Wê demê bûroyeke YRWK´ê li Bonnê hebû. Me biryara meşeke dirêj da. Ew jî meşeke dîrokî bû, sala 1994´an bû. Di serdema serê salê de bû, em di 15 rojan de gihiştin Brukselê. Piştre me li Berlînê înstîtût damezirand, yekîtiya mamosteyan, ya hunermendan û wek kes ez beşdarê tevahiya konferansan bûm. Wê demê kêm rewşenbîrên Başûr nêzîkî PKK´ê dibûn. Ditirsiyan. Hin ji wan gava nêzîk bûn dîtin ku ew tev de propagandeya reş e, lê halî bûn.
Înîsiyatîfa Mam Celal
Cara yekem te Abdullah Ocalan li ku û çawa dît?
Sala 1992´an min serdana wî kir. Yekem şandeya derveyî partiyên siyasî ez bûm, lewre partiyên Başûr berê jî çend caran çûbûn serdana wî. YNK, PDK û Zehmetkêşan jî di nav de gelek partî û kom çûbûn.
Te berê jî gelek Serokên Kurd dîtibûn, ne wisa?
Belê min yên Başûr dîtibûn û du caran jî Qasimlo. Ew jî tesadûfeke baş bû. Yekem car li bajarê Varnayê di balafirê de kovarek di destê min de bû. Min maqaleyek di bin navê Enwerî de dixwend, babet li ser aboriyê û hizreke dewlemend bû. Wî ji min pirsî, got, tu nivîskarî dinasî? Min got, nas nakim. Li ser rewşa Kurdistanê bû. Pirsa min kir, got; tu kî yî? Min xwe da nasîn, got, ez Ebdurehman Qasimlo me û piştre jî li Bexda min dît. Min Mele Mistefa jî çend caran dît. Em sê caran çûn xizmeta wî, carekê wek heyeta Partî Komunîst a Iraqî, a diduyan jî, li ser pirsgirêka navçeya Pêncwên û carekê jî dema nû ji Sovyetê hatibû, li mala Şêx Letîfê Şêx Mehmûd em çûne xizmeta wan. Herçî Mam Celal e, jixwe gelek caran me hev dîtiye. Ew roja ku beriya nexweş bikeve, li ser rewşa Bakur plan û projeyeke wî hebû.
Dikarî hindek behsa wan projeyan bikî?
Mam Celal xwest kongre an jî konferansek li Bexdayê çêbe. Tevahiya partî û rêxistinên sosyal demokrat yên li Ewrûpa ku di hikûmetan de beşdar in jî vexwendî bûn. Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û heta Tirk jî agahdar kiribûn ku rêyeke çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê bibînin. Ji min xwest ku em şandeyekê kom bikin, heta divê kesek an jî jinek ji malbata birêz Ocalan jî di nav de be, tevahiya rêxistinên mafên mirovan û saziyên cîhanî bibin muxateb da ku Ocalan ji girtîgehê bê der û cîgehekî taybet jê re were tayînkirin. Got, serê salê ez ê bêm Silêmaniyê û bila heval jî ji Qendîlê bên, her wisa bila hevalên HDP´ê jî bên, em kom bibin, eger me li hev kir, tu dest bi xebatê bike. Ya rastî projeyeke pirr muhteşem bû. Ez çûm Silêmaniyê û xebera nexweşiya Mam Celal belav bû. Her wisa li gel birêz Ocalan jî gelek hevdîtinên me çêbûn....
Piştî ku tu ji Ewrûpayê vegeriyayî bi roleke girîng derketî pêş raya giştî, tu dikarî hinekî behsa wan dem û kiryaran jî bikî?
Gava ez çûm Başûr, wek nûnerê Mam Celal li cem hevalên Qendîlê û li cem Mam Celal jî wek nûnerê Qendîlê bûm. Ew babeta pêvajoya aştiyê jî li ser pêşniyaza Mam Celal me dest pê kir. Helbet muwaqeta hevalan jî hebû. Karê min ew bû dengê Qendîlê bigijînim Tirkan û yê wan jî bigihînim Qendîlê heta demekê. Piştre pêvajoya Osloyê çêbû, ya Îmraliyê çêbû.
Erdogan pêvajoya aştiyê têk bir
Piştre pêvajo têk çû, şerekî dijwar dest pê kir. Emre Taner got; me nexşeriyeke eqlî pêşkêşî PKK ê nekir, hizra te ya li ser wê demê çi ye?
Niha ji Îmralî heta rêveberên Başûr ku kak Mesûd û Nêçîr jî di nav de bûn, her wisa HDP û deverên din yên Kurd jî hemû hewla çareseriyeke maqûl û aştiyane dan û babet hat li ser daxuyaniya Dolmabahçe sekinî. Gava ew deh xal hatin belavkirin têra daxwaza milet nekir. Têra hevalên Qendîlê, çekdar û şoreşgeran jî nekir. Emre Taner bi xwe jî projeyeke taybetî hebû, ew jî neket meriyetê. Li gorî wê, wê li parlamentoyê destûr bihata guherandin, ew xala yek al, yek ziman û netewe bihata guherandin, ev guhertin wê bi nêrîna PKK´ê ve bihata kirin. Diviyabû dewletê bi eşkere îlan bikira ku li gel tevgera Kurd PKK´ê ango HDP´ê danûstandinê dikin. Ya sisêyan jî efûyeke giştî ji parlamenê derketiba ku birêz Ocalan jî di nav bûya. Dolmabahçe çarçoveyek danîbû, lê xal zelal nekiribûn. Rexna wî jî li PKK´ê hebû ku Qendîl bi cidî tevnegare. Dixwest bi xwe jî bê Qendîlê û li cem hevalan rûne, li ser babetê nîqaş, bikin. Min ji hevalan re got, wan jî erênî pêşwazî kir û heta hatina wî jî plan kirin. Li gorî dîtina min dosya destpêkê li cem koma Bulent Arinç bû, piştre Erdogan hemû girt destê xwe û proje têk çû.
Siyaset li ser hîmên berjewendiyan saz dibe, ev dibe ji bo dewletan, ji bo partiyan an jî ji bo berjewendiya miletan be, lê her gav her guherîn pêkan e. Tiştekî qedexe û mustehîl nîne. Tirkiye bi vê siyaset û ferasetê nikare demdirêj bimeşe. Niha di nav heriyeke zextê de bist bûye û nema dikare jê xelas bibe. Qet nebe hewcedariya wê bi bîhnvedanekê heye.
Erdogan li dijî rûmeta mirovahiyê sûc kir, gelo ev çend xwîn û komkujî wê jê re bimîne?
Sedam kîmyewî bikar anî. 4 hezar gundên Kurdan têk dan. Bi sedan bajar, gund û bajarok rûxandin. Yek kesî jî li dijî wî qise nekir. Ew dem Sovyet jî hebû, ne Ewrûpa, ne Emerîka heta Kuba jî di nav de bi Bexdayê re têkiliyên xwe xurtir kirin.
Ew bêje nebêje, niha Rojhelata Navîn di destê Emerîka û Rûsyayê de teşe digire. Heta Seddam Kuwêt dagir kir û petrola wir xerab kir, krîza neftê çêbû, paşê dosyayên Seddam derxistin û ew ber bi îdamê ve birin. Niha Erdogan jî wisa ye. Bakur xera kir, wêran kir, mirov kuştin bi hezaran lê heta dest bavêje berjewendiyên wan ew dê bêdeng bin. Tirkiye li cihekî jeopolîtîk e û ji bo wan gelekî girîng e. Eger rojek ew derfet çêbe û Kurd jî li dadgehê rûnin, wê demê dosyayên Kurdan jî hene.
Ocalan rastiyeke gelekî muhîm e
Di dema wan hevdîtinan de hîç babeta çûyîna te ya Îmraliyê nehat rojevê?
Ew demek hat rojevê, bi taybetî jî Mam Celal dixwest ez biçim. Digot, peywendiyên te û Serok baş bûn û ji bo hin babetan eger hûn bikarin rûbirû qise bikin, wê baştir bibe. Lê hikûmeta Tirk destûr neda.
Ez li Romayê çûm cem. Li odeyeke piçûk bû û pirr di tengasiyê de bû. Ji min re got; "Mamoste tu dibînî em di çi halî de ne. Li Rojhelata Navîn em desthilat bûn û me hûn çawa pêşwazî dikirin. Binêr ez li vir ketime çi tengasiyê?"
Min jê re got, "Serokê birêz, rast e tu di nav vê odeya piçûcik de yî, teng e û bêderfet e, lê bi rastî jî yek axaftina te wek bombe di dilê cîhanê de diteqe. Rast e eger li derve bî baştir e, lê niha jî çavên hemû dinyayê li ser vî xaniyê piçûcik e." Eger ez çûbûma yan jî biçim, ez ê dîsa bibêjim, çavên dinyayê li ser vê Giravê ne. Dinya her li benda axaftina te ye bê ka tu çi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyaz dikî. Birêz Ocalan di dîroka miletê Kurd û Rojhelata Navîn de rastiyeke gelek muhim e. Niha jî ew mezinahiya wî dewam dike. Hêvîdar im ku şagirt û peyhatiyên wî bikarin peyam û fikrên Ocalan bi saxlemî bi tevahiya cîhanê bigihînin.
Heyeteke diyalogê pêwîst e
Niha careke din jî yekîtiya Kurdan û komkirina kongreyeke nû di rojevê de ye. Ez bawer im tu jî ji nêz ve dişopînî. Li ser vê babetê nêrînên te çi ne?
KNK heye û em 16 sal in xebatê dikin. Li Ewrûpa, Başûr, Bakur û li her derê Kurdistanê em geriyan û me got; werin beşdarî bibin û xebata xwe li gorî îdeolojiya xwe bikin. Pêşniyaza min ev e; heyeteke dialogê li ser mistewaya bilind, li ser hemû partiyên siyasî çêbe. Divê beriya her tiştî biryara konferanseke neteweyî bigirin, li ku, li çi bajarî, li kîjan parçeyê, ajandayek bê amadekirin. Wê demê em dikarin behsa pêwistiya kongreyeke hîn berfirehtir a neteweyî bikin.
Çi kêmasî di KNK ê de hebû an jî heye ku têra Kurdistanê nake?
Bê partiyên niha, projeyên yekîtiya neteweyî bi ser nakevin. PDK, YNK û Rojhilat tê de nebin, ew kongre nabe kongre. Heyeteke diyalogê pêwîst e. Wek mînak; Meclîsî Wetanî Fîlîstînî ye; dema ji Beqaa der kirin, çûne Tûnisê hemû hêzên Filîstînî ku El Fetih, Cebhetul Şeabî Wetanî û partî jî di nav de hemû hêz kom bûn û Civata Niştimanî ya Filîstînî saz kirin. Wê hêzê moral da û şoreşê careke din dest pê kir. Em jî divê hemû hêzên Kurd di nav kongreyê de kom bikin. Em xelkê bînin, rewşenbîran bînin, partiyên piçûk mezin hene, eger em bibêjin tu were, tu neyê, ew kongre nabe kongre.
Yên derî li ser Rojava girtin û niha hevkariyê bi Tirkan re dikin, wê çawa beşdarî kongreyê bibin?
Sedemeke vê yekê jî ew e ku heyeteke diyalogê di navbera partiyên Kurdî de nîne. Li dema Kobanê heyecaneke neteweyî çêbû ku bi berxwedan û şer re girêdayî bû. Heyecan a şer bû, ne ya siyasî bû. Li dijî dijmin yekîtiyeke neteweyî pêk hat. Çend hêmanên wê heyecanê hene. Ji ber wê jî heyeteke diyalogê pêwîst e û tenha ew dikare van pirsgirêkan çareser bike. Lê rastî ye ku PKK bi tenê ji bo kongreyeke neteweyî kar dike yên din temaşe dikin.
Pengava rewşenbîrî li Başûr
Li gel aliyê te yê siyasî, aliyê te yê edebî jî nasraw e. Li Başûr rewşa rewşenbîrî û edebiyatê çawa ye?
Rewşa çand û rewşenbîriyê bi giştî gelek bi pêş ketiye. Bi sedan dezgehên çapê hene, pirtûkan çap dikin. Li ser dîrok, civak û siyaset, aborî û wd. Bizaveke rewşenbîrî ya gelekî mezin heye. Bi hezaran pirtûkên kevin yên destxet ku li quncikên mizgeftan kevin bûbûn, ji nû ve berhev kirin, çap û belav kirin. Xebata edebî, şanoyê heye, li aliyê din gelek dam û dezgehên satalaytî her çiqas gelek ji wan aîdê partiyan jî bin, hind ji wan jî tenha bi babeta çand û rewşenbirî radibin.
Rewşa xwendevanan çawa ye?
Ev nifşê nû zêdetir xerîkê feysbuk, înternet û alavên wekî din in. Êdî rojname wek kaxed nayê xwendin, hemû li ser face û netê dihê teqîbkirin. Ev nifş ne wek yên berê ne. Têkilî bi rewşenbiriya cîhanê re heye, lê beşek zor ji gêncan têkiliya xwe ji berhem û rewşenbiriya Kurd birîne.