Şaredariya Martano ya li Îtalyayê da xuyakirin ku ew ê xelata 'welatîbûna rûmetê' bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Şaredariya Martano ya ser bi bajarê Lecce ya Îtalyayê ragihand ku di civîna konseyê ya awarte de roja 16'ê Sibatê wê xelata 'welatîbûna rûmetê' bidin Ocalan.

Merasîma xelatdayînê wê 16'ê Sibatê roja Pêncşemê saet 19:00´an li avahiya şaredariyê bê lidarxistin û ji parêzerên Ocalan, Çarmîne Malînconîco û nûnerên buroya Înformasyonê ya Kurdistanê wê amade bin.

Şaredariyê bi daxuyaniyekê bang li welatiyan kir ku beşdarî merasîma xelatdayînê bibin. 


  LECCE