Li Parlamena Danîmarkayê li ser tecrîdkirina Ocalan konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin, piştgiriya bi grevên birçîbûnê re hate eşkerekirin û hat xwestin, PKK ji lîsteya 'rêxistinê terorê' bê derxistin.
Piraniya wan Danîmarkî qederê 100 kesî beşdarî konferansê bûn. Parlamenterên ji partiyên desthilat û yên mixalefetê cihê xwe di konferansê de girtin.
Di konferansê de mijarên; azadiya Ocalan, piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê û derxistina PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorê' hatin nirxandin.
Konferans ji aliyê Global Seniors, Forûma Kurd û Komîteya Helsînkî ya Danîmarkayê ve hate organîzekirin. Villo Sigurdsson moderatoriya konferansê kir.
Divê em li cem Kurdan bin
Serokê Delegasyona Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê ya Danîmarkayê, Michael Aastrup Jensen di konferansê de axivî û got, "Dostên me; Kurdan em li dijî DAIŞ'ê bi tenê nehiştin. Ji bo parastina Kurdan hêvîdar im em ê çareseriyekê bibînin. Divê em wan bi tenê nehêlin, ji ber ku me bi wan re li heman aliyî cih girt."
Wî wekî din got, "Ji bo başkirina rewşa Kurdên li Tirkiyeyê û li Bakurê Sûriyeyê Ewropa dikare gelek tiştan bike. Ya ku em dikarin bikin ew e ku zextê li Erdogan bikin."
Ji Komîteya Danîmarka Helsînkiyê, Carl Erik Foverskov jî got, Tirkiye li Sûriyeyê, li derveyî welat, li Tirkiyeyê mafên mirovan binpê dike û ji bo Kurdan bitepisîne, çi jê tê dike. Foverskov ji bo vê yekê jî mînakên Efrînê û Sûrê nîşan dan û got, "Ocalan mîna Mandela lîderekî welê ye ku dikare şer biqedîne. Tirkiyeya Erdogan gelekî dûrî demokrasî û mafên mirovan e."
Navê PKK´ê ji lîsteyê derînin
Endamê Komîsyona Pêşîgirtina li Êşkenceyê, Tue Magnusen jî got, "Divê di encamnameya konferansê de navê Ocalan derbas bibe. Pêwîst e girtiyên siyasî hemû û Ocalan bên berdan. Di heman demê de divê navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin."
Ji Partiya Gel a Sosyalîst parlamenter Holger K. Nielsen got, "Şerê li dijî DAIŞ'ê me qezenç nekir, Kurdan qezenç kir. Kurd ne tenê şervanên baş in, di heman demê de mutefîkên welê ne ku mirov dikarin bi wan piştrast bin. Divê em hewl bidin, ji bo Kurd ji vê rewşa zehmet derkevin. Pêwîst e pêvajoyeke hevdîtinên polîtîk dest pê bike û Kurd bibin beşek ji wê."
Nielsen wekî din got, divê Kurd di nava rewşeke otonom an jî federasyonê de karibin bijîn û wiha dewam kir: "Pêwîst e Kurd jî bibin yek û bi hev re tevbigerin. Bi dîtina min divê PKK ji lîsteya 'terorê' were derxistin."
Girtiyên siyasî berdin
Di encamnameya konferansê de hat gotin: "Ji ber rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê em gelekî bi fikar in. Em balê dikişînin ser greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven pêk tê. Em ji dewleta Tirk dixwazin ku hevşaredar û parlamenterên girtî hemûyan berde. Cihê wan ne girtîgeh e.
Em bang li siyasetvanên Danîmarkî dikin; di têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re rewşa girtiyên siyasî bişopînin û di van mijaran de daxwazê ji dewleta Tirk bikin."
ANF / KOPENHAGEN