Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ingilîstanê wê çalakiyeke din a navneteweyî çêbe. Di konferansa Partiya Karker de wê bernameya Ocalan were çêkirin. Konferans di navbeyna 22-26’ê Îlonê de be.
Bi desteka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya, Kampanyaya Ji Ocalan re azadî tê birêvebirin, di konferansa Kongreya Yekîtiya Sendîkayan (TUC) de ku bi milyonan endamên wê hene, banga ji Ocalan re azadî hate kirin. Di konferansa Partiya Karker de ku muxalefeta sereke ye, wê gelek bername hebin.
Li bajarên Liverpoolê, di navbeyna 22-26’ê Îlonê de Partiya Karker wê konferansa xwe li dar bixe. Tê payîn ku banga ji Ocalan re azadî mohra xwe li konferansê bxe.
Sendîkayên Brîtanî wê paneleke bi navê, ‘’Li Rojhilata Navîn faşîzma dijî Rojhilata Navîn: Parastina Ocalan, Kurd û şoreşa jinê’’ amade bike. Beşdarên panêlê wê Parlamenter Lloyd Russell-Moyle, Lord Maurîce Glasman, Wezîrê Dadê yê Sihê Shamî Chakbartî, Hevserokê Kampanyaya Ji Ocalan re azadî Simon Dubbins, yek ji nûnerê Kampanyaya Navneteweyî ya ji Ocalan re azadî Havîn Guneşer, Serokê Rûmetê yê HDK’ê Ertugrul Kurkçu bin.
Di konferansê de bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd û Nûnertiya Ingilistanê ya KNK’ê panêla bi navê, ‘’Li Rojhilata Navîn, li ser aştî û demokrasiyê rista Ocalan û Kurdan’’ were birêvebirin. Tê payîn ku Lord Maurice Glasman, Parlamenter Tracy Brabin û Nûnerê KNK’ê Rizgar Wan di panêlê de biaxivin.
LONDON