Çalakger bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Malbata Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek ku yek ji çalakgeran e, bang li Kurdên Êzîdî kir.

Mejdîn Îgrek bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 17 sal in di nava tecrîdê de dîl tê ragirtin û got, “Birêz Ocalan hevrêyê xizan, bindest û gelan e.” Îgrek ji her kesî xwest, ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

Mejdîn bal kişand ser fermana 74’an a li Şengalê rabû û destnîşan kir, ku di wê demê de bi hewldanên Tevgera Azadiyê ya Kurd, pêşî li qirkirinê hat girtin. Mejdîn da zanîn, haya Êzîdiyan ji vê rastiyê heye, lê divê ji bîr nekin û ji hemû rêxistinên Kurdan jî xwest bibin yek.

Dayik Hediye Îgrek jî bi taybetî bang li Êzîdiyên Şengalî kir û got, “Eger PKK nebûya, dibe ku îro yên dijîn nemabûna. Her kesê xwedî rûmet, divê ya vê partiyê (PKK) ji bo gel kiriye, ji bîr neke.”

Hediye Îgrek ji Êzîdiyên li Şengalê xwest, ji niha û pê ve destekê bidin PKK’ê.Îgrek çalakgerên greva birçîbûn û her kesên destekê didin wan silav kir û got, armanca çalakiyê hêja ye. Hediye Îgrek da xuyakirin, ku ew dixwazin di demeke kurt de ‘agahiyeke baş‘ ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û hêviya xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd bilêv kir.


 STRASBOÛRG