Kurdên li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li kampa penaberan a Lavrîoyê ya li Yewnanîstanê, li bajarê Essen ê Elmanyayê û li bajarê Basel ê Swîsre komploya 9’ê Cotmehê şerme zarkirin û azadiya Ocalan xwestin.
Çalakiya li Danîrmarkê bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd Sêvê û platforma “Save Afrin Platform” ve hate organîzekirin. Li wir parlamenterê berê yê Mûşê Demîr Çelîk, bi navê Komîteya Helsînkî Carl Erîk Foverskov, ji Partiya Gel a Sosyalîst û Forûma Kûrdîskê Pernîlle Frahm, bi navê civata Gelê Tamîlê Tharjan Jeyananthan û ji Saziya Civaka Sivîl a li dijî Êşkenceyê Tûe Magnûssen axivîn.
Yek ji berdevkên Meclîsa Jinê ya Sêvê Saîme Bîlen axivî , komplo şermezar kir û got: “Çi dikin bila bikin wê nikaribin pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Rêber Ocalan bigirin. Ocalan ji bo gelê Kurd “xeta sor” e. Em bang li hêzên demokratîk jî dikin ji bo li ber tecrîdê rabin.”
Halît Oral û Umît Acar hatin bibîranîn
Li kampa Lavrîoyê ku bi 60 kîlometreyî li başûrê rojhilat ê paytexta Yewnanîstan Atînayê ye, bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de kesên ji bo xwedîderketina li Ocalan bedena xwe dan ber agir hatin bîranîn û sînevîzyonek hate nîşandan. Qisekeran di şexsê Halît Oral û Umît Acar de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.
Li Essenê jî, Kurdan û gelek rêxistinên çep çalakiyek organîze kirin û bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan.
Li Swîsreyê Kurdan bang kir: Ji Ocalan re azadî!
Li Baselê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan ya Swîsre û Tevgera Jinên Kurd a Swîsre bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ meş hate lidarxistin. Di meşê de ji bo balkişandana li ser tecrîda li dijî Ocalan belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
Piştî meşê li Barfusserplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan ya Swîsreyê (NCDK-S) Cûma Allak axivî û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir.
Allak got, çi bikin bila bikin nikarin pêşiya têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd bigrin û wiha peyivî: “40 mîlyon Kurd li her derî li berxwe dide. Ciwanên Kurd, jinên Kurd îro li her cihê cihanê liberxwe didin. Yên ku dixwazin Kurdan tune bikin wê li dijî berxwedana ciwanên Kurd di qirêjiya dîrokê de werin hiştin. Bila hemû kes bizanin kes nikare roja me tarî bike û hêza tu kesê jî têrê nake. Em ê destûr nedin ku tu hes roja me tarî bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN