Nameya ku ji bo Ocalan berdewam kir wiha hate gotin: “Rojhilata Navîn din ava guherînê de ye. serhildanên li bakurê Efrîkayê, gihiştiye Kurdistan û Tirkiyeyê. Hilweşîna li Suriyeyê û Iraqê, ji bo Kurdan tiştek pêşkêş nekir. Her wina nêzîkatiya dewleta Tirk jî guhert. Lê niha gelê herî mezin yê bê dewlet niha gelek nêzî tayînkirina qedera xwe ye. Ligel ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê, heta niha nehatiye çareserkirin. Dewleta Tirk azadî û mafên gerdurnî yê Kurd nabîne. Tenê li Tirkiyeyê 15-20 mîlyon Kurd dijîn. Ji ber polîtîkayên Înkar û îmhayê yên dewleta Tirk, li vî welatî bi dehezaran Kurd-Tirk mirin û bi mîlyonan Kurdî koç kir. Di nameyê de hate gotin ku geşedanên dawî yên li Bakûrê Kurdistanê nêzî azadiyê kiriye û wiha got: “Ger aliyên şer samîmî tevbigerin dê ev şerê bi salane didome bi dawî be. Bi saya perspektîf û hewldanên we yên aştiyê, ev pêvajo dê berbi serkeftinê biçe. Di nameyê de hate diyar kirin ku Komîteya 1’ê Gulanê ya Zurîhê piştgiriyê dide têkoşîn azadiya Kurd û gotin ew geşedanên dawî bi baldariyek mezin temaşe dikin.
Nameyê wiha berdewam kir: “Em dizanin ku divê pêvajoyê de aktorê herî girîng hunin. Hun nûnerên kudanin. Ji ber vê yekê em dixwazin vê roja têkoşînê de hun di nav me de bin. Silav û rêz.”
ANF/ZURIH