
Kwêstanî destnîşan kir ku dayîna xelata Nobelê ji bo Ocalan wê bandorê li aştî û demokrasiya herêmê bike.
Parlamenterê Tevgera Goran yê Silêmanî Heval Kwêstanî, li gorî rol û kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê û hemû herêmê, Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2014’an namzet nîşan da. Kwêstanî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji bo wergirtina piştgiriya Nelson Mandela ew di sala 2013’an de çûye Afrîkaya Başûr û got, “Lê mixabin dema ez çûm Afrîkaya Başûr Nelson Mandela li nexweşxaneyê bû û di komayê de bû, ku piştî wê çend mehan jî jiyana xwe ji dest da.
Sedema namzet nîşandanê
Kwêstanî da xuyakirin ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’an de li Amedê pêşkêşî gelên Kurd, Tirk û hemû herêmê kir û hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk yek ji sedemên namzet nîşandana Ocalan ji aliyê wî ve ye û got, “Sedemeke din jî ew bû ku kovara navdar a cîhanê Times Birêz Ocalan di nava 100 kesên li cîhanê herî zêde xwedî bandor nîşan daye bû.” Kwêstanî da zanîn ku bi vê têgihiştinê wî di 18’ê Tîrmeha sala 2013’an de, projeya ji bo namzet nîşandana Rêberê Gelê Kurd bo xelata Nobelê pêşkêşî Komîteya Xelata Nobelê ya li Norwêcê kiriye.
Kwêstanî ragihand ku berî çend rojan ji Komîteya Xelata Nobelê nameya bersivdayînê ji wî re hatiye şandin û di nameyê de hatiye piştrastkirin ku serlêdana wî di nava 278 serlêdanên din de hatiye qeydkirin.
‘Hewldan ji bo aştiyê ne’
Kwêstanî destnîşan kir ku ew bawer e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji wan kesên herî mezin e ku divê xelata Nobelê ya 2014’an jê re bê dayîn.
Kwêstanî da xuyakirin ku wî di serlêdana xwe de cih daye gotinên Serokê Rêxistina Gerry Adams’ê Sinn Fein ê di warê şerê çekdarî û xebatên siyasî de pispor e û di pêkanîna aştiya navbera Îrlanda û Brîtanya de xwedî rol e yên der barê Ocalan e û got, “Garry Adams balê dikşîne ser bandora Ocalan a li ser siyaseta Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê li gel 15 salên xwe yên girtîgehê. Ku ev jî gotinên Garry Adams dibêje ‘Ocalan di girtîgehê de jî destê aştiyê dirêj dike û çareserî pêşkêş kiriye. Ji bo ew neyareyên ku hema hema temenekî xwe yê dirêj bi şerkirina li dijî wan derbas kiriye, Ocalan destê aştiyê ji bo wan dirêj kir’.
Kwêstanî diyar kir ku wî jî ji daxwaz û hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û demokrasiyê dest bi serlêdana xwe kiriye û got, “Birêz Ocalan ji bo şer bi dawî bibe daxwaza welatekî wekhev û demokratîk ji bo her kesî ji bo Kurd, Tirk û hemû gelên din dike. Min jî li ser vê yekê dest bi projeya xwe kir.”
Kwêstanî anî ziman ku di dewama metna serlêdanê de wî bal kişandiye ser xebatên siyasî yên Ocalan û damezrandina PKK’ê got, “Di serlêdanê de min çawaniya PKK’ê ya weke partiyekî siyasî li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, mafên wan ên azadî destpê kiriye, vegotiye. Her wiha min bal kişandiye ser ew komkujiyên ku ji aliyê hikûmeta Tirk ve li ser gelên Kurd hatine meşandin.”
Aliyên wekhev ên Mandela û Ocalan
Parlamenterê Partiya Goran Heval Kwêstanî da xuyakirin ku wî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Nelson Mandela nivîsandî jî bibîr xistiye ku Ocalan di vê nameyê de balê dikşîne ser ezmûna Mandela ya ji bo çareseriya siyasî û demokratîk û destnîşan kiriye ku ew jî bi heman şêweyî di girtîgehê de hewl dide bi rêya aştî û demokrasiyê vê pirsgirêkê çareser bike.
Kwêstanî got, “Di vir de jî min beranberiyekî di navbera kesayetiya Nelson Mandela a ku siyasî, demokrasiyê û hemû tundiyên pê re rû bi rû bûye, bi heman şêwey jî xebat û kesayeta Birêz Ocalan a ji bo aştî, demokrasî û hemû tundiyên ku pêre rû bir û maye, min bal kişandiye ser.
Ji bo wê jî min dît ku çawa Birêz Nelson Mandala bandor û rola xwe hemû ji bo çareseriya pirsgirêka Başûrê Afrîkayê, bi heman şêweyî Birêz Abdullah Ocalan heman bandor û rol heye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştî, demokrasi û wekheviyê ji bo hemû kesî. Ku ev jî sûdê xwe hem ji bo gelê Kurd, Tirk û hemû gelên din yên herêmê heye.
‘Dayina xelatê wê hêzê bide’
Di dawiyê de jî min bal kişandiye ser ew ku bi şêweyekî piştrast ez bawer dikim ku ger Xelata Nobel bê dayîna Birêz Ocalan, wê bibe sedema ku rêyekî li ber vekirina proseya aştî, demokrasi û wekheviyê li Tirkiyê vebike. Ku vê jî sûdê xwe ji bo hemû gelê Kurd, Tirk û hemû gelê Cîhanê heye.
Ji bo wê jî ji niha de hêvî dikim û bawer dikim ku hemû rêxistin, partî û hêzên Kurd hewil bidin ji bo piştgirî kirin û bi şêweyekî bi hêz ji bo destnîşan kirina namzetiya Birêz Ocalan ji bo Xelata Nobel bidin diyar kirin.” Xelata Aştiyê ya Nobelê li gorî wasiyeta Alfred Nobel her sal, ji kesayet an jî saziyên ku ji bo biratiya netewe û gelan, kêmkirina çek û karên leşkerî û organîzekirina kongreyên aştiyê di nava hewldanan de ne, tê dayîn. Yekemcar xelata Nobelê di sala 1901’ê de hat dayîn.
SALIH FIRAT/SEYFEDDÎN KAYA/ANF/SILÊMANÎ