Li Rojava û Başûrê Kurdistanê jinan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta Jinê li gelek navendan çalakî li dar xist.

Li Helebceyê doh li ber Ofisa Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna endamêv rêxistin, sazî û welatiyên Helebce meşek pêk hat. Meşê heta ber avahiya Walîtiya Helebce dewam kir. Meşvan ji aliyê Waliyê Helebce Azad Tofîq û Cîgirê wî Kawe Elî ve hatin pêşwazîkirin. Jinan li wir  daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Ofîsa Mafê Mirov ya Herêma Kurdisanê Gulistan Ehmed ve hate xwendin. Gulistan Ehmed diyar kir ku divê jin werin parastin û navendekî parastin û têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan li Helebce were vekirin.

Piştre ji Waliyê Helebce Azad Tofîq axivî û got: “Daxwazên jinan rewan e. Me biryar daye ku navendekî ya rêveberiya têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan li Helebce vekin. Wê di demek nêz de navend were vekirin. Ev yek peywendî bi daxwazên jinan re heye. Ji bo pêkanîna daxwazên jinan em ê hewldanên cidî bikin.”

   

Artêşbûna jinê

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) jî bi meşeke şîdeta li hemberî jinan hate şermezar kirin. Meşê ji ber deriyê Şaredariya Wargehê dest pê kir û bi daxuyaniya çapemeniyê li ber deriyê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi dawî bû. Li wir endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok li ger girîniya rojê axivî û got; “Tevgera Azadiya Kurdistanê bi ti şêweyî şîdeta li ser jinê qebûl nekir. Bi fikrên Rêber Apo dest bi artêş bûna jinê kirin. Her wiha di roja me ya îro de ev artêşbûyîn bi pêşengtiya hezaran jinên Kurd û cihanê li Rojhilat Navîn û Kurdistanê tê bi rêvebirin.”

Ji TAJÊ´yê civîn û daxuyaniya 25’ê Mijdarê 

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê, li Şengalê civînek ji bo jinan çêkir. Di civînê de behsa şîdeta li ser jinê, rê û rêbazên têkoşîna bi şîdetê re hate kirin. Piştî civînê jî jinan bi pankart û alayên xwe meşek li dar xistin.

Kampanya ‘Dengê min bibihîse’

Li Hewlêrê ji bo têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinan kampanya “Dengê min bi bihîse” ji aliyê Encûmena Bala ya Karûbarê Xaniman ve hat destpêkirin. Kampanya wê 16 rojan berdewam bike. Wê di nava van 16 rojan de çalakiyên weke semîner, panel û gelek çalakiyên renga reng lidar bixin.

Li Minbicê çalakiya watedar

   

Çalakiya herî watedar jî li Minbicê pêk hat. Jinan çalakiyek li Qada Giştî ya bajêr ku dema bajar di bin dagirkeriya çeteyan de bû jin lê dihatin qetilkirin, li dar xist. Di çalakiyê de Cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûr El-Hamid peyivî û got:”Jinên Minbicê jî rastî gelek kiryaran hatin. Lê ji destpêka ku bajar hate rizgarkirin ve jinan xwe bi rêxistin kir û li dijî tundiya li ser jinan tê dikoşin.”

Ji tevahiya cihanê re bû mînak

   

Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşmeya ‘Jin ji bo Efrînê serî hildin’ û ‘Sonda me em  ê pergala Îmralî hileweşînin û bi rêber Apo re azad bijîn‘ mîtîngek li taxa Şêxmeqsûd orgenîze kir. Di mîtîngê de endama rêveber a Kongreya Star a Helebê Nehla Mistefa axivî û got:”Felsefeya Ocalan rêya jina Bakurê Sûriyê ronî kir û ji tevahiya cihanê re bû mînak.”

   

 NAVENDA NÛÇEYAN