KJK: Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê jiyana azad û demokratîk ava bikin, azadiya jinên Kurd û Rêber Apo pêk bînin, avakirina Modernîteya Demokratîk bi ser bixin. Koordînasyona KJK’ê li ser 4’ê Nîsanê daxuyanî da û got, “Avakirina sîstema jiyana azad a demokratîk wê bersiva herî mezin a li dijî êrişan be.” YJA Star’ê bi heman rasthatinê got, “Bi 4’ê Nîsanê re ne bi tenê Rêberê me hatiye dinê, pê re jî civakeke azad ava bûye.” Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) bi rasthatina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku rojbûna Ocalan tê wateya vejîna jiyana azad. KJK’ê rojbûna Ocalan li Ocalan, gelê Kurd û jinan pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rojbûna Rêberê Kurd “rojbûna gelekî ye ku li dijî înkarê şer dike, rojbûna azadiya jinên kolekirî ye û rojbûna mirovên lêgerînerên rastiyê ye ku bê ziman hatine hiştin.” Koordînasyona KJK’ê got, “Jinên ku ji gund û bajaran berê xwe dan çiyê, li bajar û gundan daketin qadan û daxwaza azadiyê anîn ziman, mîna serdema neolîtîkê niha jî bûn dengê azadî, ked û edaletê û rê li ber hişyarbûna dîrokî vekirin. Em bi coşa vê rojbûnê hemû jinan silav dikin.” Sistema jiyana azad weke bersiv Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Ocalan bûye xet û hêviya jiyanê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re û hate gotin, “Avakirina sîstema jiyana azad a demokratîk wê bersiva herî mezin a li dijî êrişan be. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê jiyana azad û demokratîk ava bikin, azadiya jinên Kurd û Rêber Apo pêk bînin, avakirina Modernîteya Demokratîk bi ser bixin.” Kurd wê bi ser kevin Koordînasyona KJK’ê bi bîr xist ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got, “Tenduristî, ewlekarî û jiyana Serok Apo sedema hebûna me gel û jinan e. Helwêst û sekna me ye. Hêzên demokrasî û azadiyê wê têkoşînê mezintir bikin, dewleta ku Erdoganê faşîst serkêşiyê ji şerê qirkirinê re dike, têk bibe û gelên cihanê, gelê Kurd û jin wê bi ser bikevin.” Di dawiya daxuyaniyê de careke din bang li gel bi taybetî jin û ciwanan hate kirin ku li dijî qedexe, faşîzm û qirkirinê dakevin qadan û her devera Kurdistanê bikin qada azadî û berxwedanê. Koordînasyona KJK’ê got, “Rojbûna Rêberê konfederalîzma demokratîk, vejîna azadiya jinê ye.” YJA-STAR: 4’ê Nîsanê roja zayîna mirovahiyê ye  Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star’ê jî têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Roja 4’ê Nîsanê ya ku rojbûna Serokatiya me ye, ji bo gelê Kurd yê ku di bin nîrê qirrkirinêde de ye, roja ji nû ve zayînê ye. Gelê Kurd yê ku vî halê mirinê dijî bi Rêber Apo re weke civakeke azad ji nû ve zayîna xwe pêkaniye. Ji ber vê sedemê di roja 4’ê Nîsanê de tenê Serokê me nehatiye dinê; bi wî re bi hevbeşiya nirxên civak û gelan yê hezar salan ji nû ve zayîn hatiye avakirin. Îro di çar parçeyên Kurdistanê de bi taybetî jî li Efrînê şerê azadiyê yê ku bi navê “Berxwedana Serdemê” bilind dibe û ji bo tevahî gelên cihanê dibe hêviya azadiyê.” Di dawiya daxuyaniyê de YJA Starê got, “Weke hêzên parastinê yên YJA Starê bi bilindkirina têkoşînê, em ê esareta Îmraliyê parçe bikin.” NAVENDA NÛÇEYAN