Keyayê gund Zeynel Edeş, diyar kir ku dêr di sala 2011'an de ji aliyê Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Çewlîkê ve biryara parastina wê hate dayîn û ligel 3 sal berê hate tomarkirin hê tu xebatên restorasyonê nehatin kirin. Edeş, anî ziman ku texrîbata di dêrê de beşekî mezin ji aliyê nêçîrvanên defîneyê ve pêk hat û hemû kevirên li ser wêne heyîn hatine jêkirin.
Erdeş, da zanîn ku şîrketekî madenê 100 metre nêzî dêrê ji bo xebata madenê bike destûr girt û şîrket hem zirar dide dîrokê û hem jî zirarê dide xwezayê û wiha axivî: "Em teqez naxwazin li herêma me maden bê derxistin." Erdeş da zanîn ku ew dê serî li riyên hiqûqî bidin.
Alîkarê Midûrê Turîzm û Çandê yê Bajar ê Çewlîkê Fahrettîn Onalan jî diyar kir ku di sala 2011'an de bi arkeologan re dê tomar kirin û biryara dêr bê parastin girtin. Onalan, anî ziman ku lê ji bo bê çêkirin û ji îbadetê re bê vekirin pere tuneye xebatan bikin.
Onalan, da zanîn ku li Çewlîkê gelek berhemên din ên wisa yên dîrokî hene û piranîna wan hatine tomarkirin lê ji bilî wê tu xebatên din nehatine kirin.
DÎHA/ÇEWLÎK