Piri diyar kir ku wan di destpêkê de darbe protesto kiriye û anî ziman ku rayedarên AKP’ê ji bo nasandina Cemaeta Gulen li YE yê xebat meşandin.
Piri di axaftina xwe ya li PE´yê de her wiha got, qeyûmên ku dewleta Tirkiyeyê anîn ser şaredariyên bajarên Kurdan û ji kardûxistina nêzî 12 hezar mamosteyan nîşan didin ku “Rewşa Awarte êdî bûye amûrek ji bo sepandina zextan li ser Kurdan.”
Raportorê îşaret bi dewamkirina muzakereyên endametiyê jî kir û got, di van hersê salên dawî de Tirkiye ketiye xetekê ku wê dûrî YE´yê dibe, lewma tevî ku gotûbêj dewam jî dikin, ne pêkan e di van şert û mercan de Tirkiye bibe endam.
NAVENDA NÛÇEYAN