Xoce Nasreddîn, di dema xwe de mamosteyeke mezin bû birastî. Berî ku Mewlana tevî bavê xwe were Konyayê, bi Xoce Nasreddîn re hevnas bûbûn. Li gorî gelek dîroknasan, baweriya Xoce Nasreddîn ji Mewlana nebû. Çi ku Mewlana, her meh ji Mogoliyan maeş distand û di qada aboriyê de rewşa wî her tim di cîh de bû. Ne wekî însaneke xwedî raman, xwedî bawerÎ û rewşenbîr, birastî wekî însanekî li pêy berjewendiya xwe tevdigeriya. Ji ber vê yekê, têgihîştîbûna Mewlana jî ne ewqasî binirx bû, taybet Xoce Nasreddîn kesayetiya wî dizaniya û bêhurmetiya xwe nîşan dida, kesayetiya Mewlana nîqaş dikir. Di dema îro de Mewlana wekî însaneke mezin û ronakbir tê zanîn lê Xoce Nasreddîn tenê wekî însaneke pêkenokan vegotiye tênasîn. Lê di rastiyê de Nasreddîn feylesofekî mezin, wêjegerekî pir bi hêz û hunermendekî muxalîf bû. Ango hunermendî ji însanan çi bixwaze, Xoce Nasrettîn xwedî hemû wan taybetmendiyan bû.
Mesnewiyên Mewlana ji alî oldar û desthilatdaran ve tê xwendin, lê Xoce, vegotinên wisa, nesîhatên wisa, qise û kurtefikrên wisa aniye ziman ku, di her serdema dîrokê de ji însan û civakê re roniyek in. Ji wan yek jî ev e: Rojek Xoce ji cihekî bilind ketiye erdê, em bêjin li ser diwarekî bilind… Wek xwezayî laşê Xoce pirr êşiya ye. Her kes hatiye li ser Xoce û gotine “Xoce rewşa te çawaye? Êşên te?” Xoce jî dîsa bi qiseyeke dîrokî ve rewşa xwe aniye ziman: “Yên ku ji diwarekî bilin neketiye erdê û laşê wî/ê neêşiyaye, rica dikim bila halê min nepirsin, biçin ser kar û barên xwe, yên ku ji diwarê ketine xwarê werin, ezê rewşa xwe ji wan re bêjim.”
Vêcar rewşa me jî heman wisa ye. Kurd, bi salen e li diwaran dikevin xwarê, laşên wan perçe perçeyî dibin. Car carina hinê Tirk tên li ser me û halê me dipirsin. “Rewşa we çawaye?” Berî hingê tiştekî wisa jî nîn bû. Wek mînak ji Agirî, ji Geliyê Zîlan, ji Dadgehên Amed û Bidlîsê ku Sêx Saîdê Pîran û hevalên wî hatin daliqandin, ji Dêrsîm, ji dadgehên Xerpût û Elazîzê, ji 49’iyan, ji dadgehên DDKO û ji 1978 wan deman de bi hezaran Kurd li kûçe û kolanan de dihatin kuştin, dihatin daliqandin, bi her awayî di tundî û îkenceyên dewletê de dinaliyan, car carina bi kesî, carina ref bi ref, carina bi civakî bi komkujiyan dihatin tune kirin. Herî dawî li Roboskî, li Pirsûs mînakên nujen jî li ber çavên me ye. Di wan deman de,ango ji sed salî pêve ye her tim jî êşa Kurdan li holê bû, lê carek jî be civaka Tirk ji halê Kurdan tiştek fêhm nekirî bû. Çi ku ji diwarê bilin nehatibû xwarê.
Di van 30 salên dawiyê de jî Kurd di bin desthilatdariyê Tirk de, di bin hiqûqa OHAL’ê de nalinal bûn. Vêcar Tirk rewşa OHAL’ê dê nas bike.
Ez zanim, birastî ruhiyeta vê nivîsê, li ser rewşeke gelekî xetere de ye. Dibe ku şaş jî were fêhm kirin; wek “ku nivîskareke Kurd, bi şêwaza nijadperestiyê ve tevdigere û ji êşa Tirkan re şa dibe” were şîrove kirin. Lê armanca min ne ew e. Tirkên xwedî wîjdan û têkoşer jixwe li ser rewşa Kurdistanê agahdar û têgihîştî bûn. Vêcar rêz ji yên din e. Ohal ne xweş e lê, ji bo ku desthilatdarî were nasîn û li himberî dewleta faşîst tekoşîneke hevbeş were damezirandin, carina ji rewşên xirab jî encamên berxwedaniyê were zayîn.