Lêkolînerê Şanoyê Xusro Sine ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ji bo 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê çend rojan bû mêvanê bajêr. Mamoste Xusro Sine, li ser şanoya olî axivî û diyar kir ku şanoya olî wek wecîbeyekê olan e û beşeke ji baweriyê ye. Sine destnîşan kir ku şanoya olî ji sê beşan tê pê; bîner, lîstikvan û baweriya mijara wî olî û wiha dewam kir: "Di şanoya olî de bîner ne tenê ji bo temaşekirinê diçe şanoyê, bîner bi xwe jî di şanoyê de cih digire."
'Şanoyên olî di roj û cihên taybet de tê pêşandan'
Sine da zanîn ku şanoyên olî di rojên taybet, li cihên taybet, bi reng û cilên taybet tên pêşandan. Sine di baweriya Îslamê de çûyîna Hecê, di baweriya Xiristiyaniyê de çêbûna karnavalan yan jî şanoyên li ser jiyana Hz. Îsa, di mezhebê Şîa de taziye mînak da û wiha pê de çû: "Şanoya olî ji aliyê kesên berpirsên ol ve tên birêvebirin û kesên tevlî dibin ji ber baweriya xwe tevlî şanoya olî dibin."
'Civak dikaribû xwe bi hunerê rêxistin kiriba'
Sine anî ziman ku di demê Xiristiyaniyê de, kesên oldar hêza hunerê dîtin û karên hunerî yên li derveyî kilîsê qedexe kirin. Sine destnîşan kir ku eger huner neketa bin kontrola olê, civak dikaribû xwe bi hunerê birêxistin bikira. Sine diyar kir ku, olan ji bo baweriya xwe belav bikin û bala mirovan bikşînin ser xwe huner bikaranîne û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ol, xwe ewqas bi hunerê dixemilîne ku kesek ne oldar be jî hezkirinek ya şano û stranên olî pêre çêdibe."
AMED