Li Herêma Federal a Kurdistanê bertekên li himberî bikaranîna cekên kimyawî ya TSK’ê a li dijî endamên HPG’ê zêde dibin. Berpirsiyarê Ragihandina Yekîtiya Zanyarên olî yên Îslamiya Kurdistanê Mele Cafer, nerazibunê xwe anî ziman û anî ziman ku bikaranîna cekên kimyawî ji aliyê Olê îslamê ve tê retkirin û nayê pejirandin. Cafer, da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî olê îslamê ye û gunehkarî ye û wiha axivî: „Di olê îslamê de ne tenê şewitanin û kuştina mirovan, dijberi vê yekê kuştin û şewitandina hemû zindiyan guneh e. Bikaranîna van çekan nayê qebûlkirin. Dibe ku cihên çekêm kîmyewî lê tên bikar anîn qadên sivîl bin. Di bikaranîna can çekan de hemû zindiyên derdorê zerarê dibînin û dimirin. Gunehê vê yekê 2 qat zêde ye.“

‘Bila kes li dijî wan bûyeran bêdeng nemînin’

Mela Cefer, der barê bandora bikaranîna cekên kîmyawî a li ser civak û derdorê jî rawestiya û wiha berdewam kir: „Civak û zindî û xweza ji ziyanek mezin dibine. Ew heywan û zindiyên li wir ji henû rastî ziyanê tên û talan dibin. Ji ber vê yekê ji cekên kîmyawî ji her aliyê xwe ve tewan e. Di îslamê de nayê pejirandin. Dema ku ev karasetane li himberî her cihekê yan ji civakekê bê bikaranîn pêwiste her kesê misilman dengê xwe bilind bike û li dijî ve yeke derkeve. Ji ber ku her kes jê ziyenê dibine. Mîna Helebçe ku bi hazaran kes hatin kuştin û heya niha ziyana wê berdewan dike. Ji ber vê yekê divê hemû cîhan li hemberî vê yekê denegê xwe bilind bike.

DÎHA/HEWLÊR




Banga alîkariyê ji bo Wanê


Oldarên Herêma Federal a Kurdistan bi minasebeta Cejna Qurbanê bang li gele kurd kir ku di wê cejnê de alîkariyen xwe bidin gelê Wanê.
Piştê kêrasêta Wanê ku 601 mirov mirin û bi hezaran welatî birindar bûn û bi hezaran mirov bê xanî man, alîkarî didome. Oldarên Herêma Kurdistan bi nezîkatiya Cejna Qurbanê, xwestin her kes alîkariye bide gelê Wanê. Serokê Yekîtiyê Zanayên Olî ye Îslamî ya Kurdistan Mele Abdullah dîyar kir ku gele kurd ev cejn hem bi karesata Wanê hem jî peşvêçûnen dawî pir xemgîn peşwazîdikin û got: „Lazime hemû gelen me bo gelen Wanê bibin yek û ev cejn alîkarî û zekatên xwe bo gelen Wanê re bikin”
Mele Abdullah da zanîn ku hevgirtin û alîkarîye hevidû kirin ji bo ola îslamê ferzêkî olîye û wiha got: “Erkê hemû kurdan eve ku bikevin hewldana alîkarîye ye ji bo gelen Wanê. Pewîstê bidin hestkirin ku gelen kurd hemû yekîn û li cem gelen Wanê ne” Berpirsyarê Ragihandine ye Yekîtiye Zanayên Olî ye Îslamî ya Kurdistan Mele Cafer ji banga piştgirîye kir û got “Ev kerasete ku rû da bi rastî jî rûdaveke gelek bieş bû. Ji ber wê yekê jî peywendî alîkariya gelen kurd bo gelen Wanê heye. Lazime hemû gelen me bi hestek netewî alîkarî ji bo gelen Wanê bikin”