Mele Mihemed El-Xerezî bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li dijî pîroziyên gelên Bakûrê Kurdistanê û destdirêjiya li ser goristanên têkoşeran. El-Xerezî wêrankirina goristanên têkoşeran wekî sûcekî li dijî ola Îslamê, exlaq û mirovahiyê ye, bi nav kir.
Ola Îslamê rêzê li miriyan digre
El-Xerezî destnîşan kir ku di ola Îslamê de li hemberî miriyan rêzgirtin peywireke olî ye û bal kişand ser rêzdariya Hz. Muhemed li hemberî cenazeyan û got, Hz. Muhemed dema cenazeya kesekî Cihû di ber wî re derbas dibû radibû ser xwe û li hemberî wî rêzdariya xwe nîşan dida, dema jê dihat pirsîn ‘Çima li hemberî kesekî Cihû radibe’ wiha bersiv dida “Mane ew jî mirov e”.
Mele El-Xerezî diyar kir ku ola Îslamê dibêje ku pêwîst e li ser goran dar û gul werin çandin, ne bi balafiran werin bombebarankirin û wêrankirin.
El-Xerezî got, Îslam di cewherê xwe li hemberî hemû kesên mirî rêzdariyê nîşan dide û li ser navê Yekîtiya Zanyarên Îslamî yên Kantona Cizîrê bang li oldarên Misilman ên Tirkiyeyê kir da ku helwêsta xwe li hemberî kiryarên dewletê yên li dijî goristanan nîşan bidin û rêzdariya xwe li hemberî van goristanan diyar bikin.