Endamê Meclisa Baweriyê û oldarê Kantona Cizîrê Seîd Elî Şiblî ku ji bo Kongreya Îslama Demokratîk ya li Amedê hatibû lidarxistin, hatine Amedê, diyar kir ku gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê, pengavek dîrokî avêtiye û “Şoreşa gel” daye destpêkirin. Şiblî anî ziman ku li hemû aliyan gelê Kurd ji bo azadiyê rabûye ser piyan. Oldar Şiblî di berdewama axaftina xwe de balkişand ser êrîşên çeteyan yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û wiha pêde çû: “Piştî gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê, pêngavek dîrokî avêt û ber bi xweseriyê ve bi rêket, van komomên çete yên weke El Qaîde, El Nusra û Dewleta Îslamî ya Irak û Şamê (ÎŞÎD) ku li ser navê “Îslama” pîroz û binavê “Cihadê” tevdigerin, li hemberî Kurdên Rojava şer dikin.”

Şiblî, bilêv kir ku komên çete bi dirûşmeya “Ya Allah” êrîş li gelê Kurd dikin û da zanîn ku van çeteyên ku Kurdan qetil dikin, namûsa Kurdan jî ji xwe re “Helal” kirine. Şiblî, destnîşan kir di cihanê de tu gel wekî gelê Kurd ne mazlûme û têkildarî êrîşên çeteyan de jî got, “Bi tu awayî eleqa van koman bi ola îslamê re tuneye û ew ji ola îslamê gelek dûrin.”

‘Li ser navê cîhadê êrîşî me dikin’

Oldarê ji Rojavayê Kurdistanê Abdulbakî Hesen ku ew jî ji bo kongreyê hatiye Bakûrê Kurdistanê anî ziman ku ola îslamê, ola aştiyê ye û wiha axivî: “Di serî de ola îslamê, hemû ol li gel xwe aştî û heskirinê dihewinin. Van olan her tim li hember zilm û zordariyê serî rakirine.”Oldar Hesen, di nirxandina xwe de balkişand ser êrîşên komên çeteyên El kaîde, El Nusra û ÎŞÎD’ê û wiha domand: “Binavê cîhadê binavê olsa îslamê êrîş xaka me dikin. Di ola îslamê de dema yek jî yekê bi darê zorê û bi kiryarên kirêt xaka wî ji destê ku bistîne, vê yekê bi teqez red dike. Ola îslamê di rastiyê de parastina heqîqetê ye. Îslam parastina mafê mirovane, heskirina mirovane û wateya ola îslama pîroz çareserkirina hemû pirsgirêkan ya li ser rûyê cihanê ye.”
Endamê Komîteya Baweriyê yê Qamişlo Mele Abdullah Sehdî jî anî ziman ku êrîşên komên çete yên li ser Rojava nirxand û ev tişt gotin: “Bi tu awayî eleqe ya wan koman bi ola îslamê re tuneye. Bi navê cihadê, bi navê ola îslama pîroz zarokên bê guneh, jinan û zilaman di kujin. Van çetayan qetla Kurdan li xwe helal kirine.” Mele Sehdî, derbirî ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dest bi şoreşek dîrokî kirye û got ku bi salana bingeha vê şoreşa dîrokî ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye danîn. Oldarê ji Rojava Sehdî, di berdewamê de got ku komên çete yên li Rojava her cure bêrêziyê dikin, li hemberî ola îslama pîroz heqereta herî mezin dikin û tu eleqeya wan bi îslamê re tuneye.

Lîstikên li ser Rojava
Mele Sehdî her wiha polîtîkayên Dewleta Tirk Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) yên li hemberî Rojava bi zimanekî tund rexne kir û wiha axivî: “Dagirker û xêr nexazên Rojava, bixendek û dîwarên şermê dixwazin Rojava bifetisînin û li ser Rojava lîstikan dilîzin.
Sehdî di dawiya axaftina xwe de bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzani jî kir û wiha got: “Li gel hikûmeta AKP’ê dest ji siyaseta xwe ya qirêj berdin. Mafê Kurdan û dest keftiyên Kurdan binpê nekin wê hûn ji aliyê mirovahî û xwedê ve neyên efûkirin. Birêz Barzanî bi lez dev ji dijbertiya Kurdan berde. Bi daxistina derîyê Sêmalkan û kolandina xendekan û bi koçberkirinê, hûn nikarin îradeya gelê Kurd bişkênin.



OMER ÎKE/DÎHA/AMED