Hima bigire hemû dîkdatoran ji bo serkariya xwe wenda nekin, ol wek çekek bêkêr û bi jehr bi kar anîne. Demên berê piraniya qralên dîktator di heman demê de xwedawend yan jî nûnêrê xwedawendan bûn, wek mînak Fraunên misrî. Hemû mîrên îsraîlîyan jî wek pêxemberên Xwedê hatine destnîşankirin mînak; Mîr Suleyman, Mîr Davud, Yaqûb ûwd. 

Mejiyê mirov di forma kompûtereke biyolojîk de ye. Dikane bi hêsanî were programkirin, bi gotineke din korkirin, tevizandin û kontrolkirin. Serkarî û serdest vê rewşa mejî û sewiya şiyana têgîhîştinên gelên welatê xwe pir baş dizanin. Ji ber vê egerê jî, her serkarî pergala perwerdê bi tevahî digire bin kontrola xwe, bi her awayî dixebite ku gel û koman li gor armanca xwe perwerde bikin û mejiyan bitevizînin.

Dema mirov li Tirkiyê dinêre, dibîne ku kemalîstan li aliyekê saziya diyanetê avakiriye, daku sunîtiyê bi kar bîne; li aliyê din dest avêtiye elewiyan, li ser bingeha proja bektaşiyan ew birine bi şeyxeke suniyan yê nav Ahmet Yesevî ve girêdane. Serkarên tirk ev jî bes nedîtine, dest avêtine terîqetan jî, daku bikanin civakê bi her awayî bitevizînin. Bi taybetî jî di dema cuntaya Evren û di dema serkariya AKPê de hemî derfetên dewletê kirin xizmeta terîqetan, ji bo ku bikanin gel bigirin bin kontrola xwe. Hin ji wan terîqetên xapandin û korkirinê ev in: “İsmail Ağa Cemaati, Fethullah Gülenî, İskender Paşa Cemaati, Erenköy Cemaati (Muradiye Vakfi), Süleymancılar, İhlascılar,  Kırkıncı Hoca -Yazıcılar, Nakşibendi Yahyalı Cemaati, Melamiler, Hakikatçiler, Hazneviler, Menzilciler, İcmalciler, Uşşakiler, Cerrahiler, Kadiri Muhammediye, Hizbül Tahrir, Tillocular, Galibiler, Halveti – Şabaniye, Adnan Hoca Grubu, Mustafa İslamoğlu Grubu ûwd.“

Dîkdatorên îslamî tim girseyên gel wek nezan, kor, bi baweriya vala, alavê xapandinê dîtine. Ji bo xapandina wan şêyxulîslam û diyanetên bi xwe ve girêdayî bi navê dîn û Ellah bi kar anîne. Xwerû jî di bindestiya kurd û kurdistaniyan, kujeriyên li Kurdistanê de tim ev aliyê xapandin û xwînxwar ya çeka îslamî derxistine pêş. Gava em li çend dîktatorên dema nêz dinêrin, dibînin ku Xumeynî, Saddam bê navber Quran kirine destê xwe û bi wê gel xapandine. Komkujiyên xwe jî li ser referansa dîn û Quranê pêk anîne.

Erdogan ne tenê Quranê radike hewa û dixebite ku baweriya gel bi kar bîne, ew li gel wê tehdîtên xwe jî direşîne. Bi wan geflêxwarinan jî namîne, dev davêje pîrozî û dîroka gelê me, baweriyên gelê me yên mîna Zerdeştî (elewîyên kurd), Êzdayetî, hem jî bi awayeke heqaretkirinî. Li aliyekî dixebite ku van baweriyên pîroz yên bav û kalên me wek tewanbarî û gunehkarîyekê nîşan bide, li aliyê din dixebite ku bi vî şêweyî kujerîya xwînxwarê DAÎŞê rewa nîşan bide, yan jî, ji kujeriya wan re bingehekê amade bike. Hima li pey vê axaftina wî nûçeya “DAÎŞ´iyan 300 kurdên êzidî yên dîl bi komî kuştine” belav bû. Gelo ev tesadûf bû?!

Divê gelê me vê sextekariya van kolonîzatoran bibîne, tu carî bi koranî baweriya xwe bi kesên wiha qeşmer û xwînxwar neyne. Divê gel bizane ku çanda Zerdeştî û Êzdayetî bingehê çanda me, şiyana me ya têgihîştinê, hevîrê gelbûna me ne. Heta felsefeya mirovbûnê ye jî. Ev dazanîna; “Baş bifikire, gotinê baş bibêje, karê baş bike” tenê bi serê xwe vê rastiyê destnîşan dike. Dîktatorên ji bo xapandinê Quran radikin ji vê rastiya Zerdeştiyê ditirsin.