Ya ku di dîroka însanetiyê de ciheke xwe ya qewîn heye, duyemîn şerê birayan ya îxtidarê jî şerê ku di navbera Kuroş (Kyros) û Artakserkses, bi hêzên Persî û Yewnanî qewimî bû, ew bixwe ye. Di şerê fîrawûnan de gelê Misrê bi dehan sal êş kişandin, Mûsa bi gelê Yahûdi ve ji Misrê derket, di şerê Kuroş û Artakserkses de jî bi hezaran şervan hatin kuştin, piraniya wan jî di rê de jiyana xwe ji dest dan.
Îja di dema post-modernizmê de şer ne bi awayekî wisa, lê dîsa li ser îxtidarê didome. Vê car du bira, ku herdû jî gelek însanên hêrsoyî ne, li Tirkiyê şereke îxtidarî dan des pê kirin. Lê di civaknasiyê de ev tişt zelal e ku, şerên bi vî rengî, her tim di wezatiya hêzên dewletê nîşandide. Her tim şerên bi vî rengî li pêy hewcetiya guherineke civakî diteqe. Ji ber ku pêdiviyeke civakî heye, îxtidar bi tu awayekî ew pêdivî nedîtiye û dûvre sedemên ji hev ketinê wek buyereke teqînê hatiye cilê xwe raxistiye ber civakê.
Ji hevketina hikumeta AKP û hêzên cemaetê ya ku va sê roj e li Tirkiyê teqiya ye jî şereke bi vî rengî ye. Dewlet di milê guherînê de heya niha rik danî, ber xwe da, rastî nedît û çavê xwe girt, lê pergala xwe jî tevlihev kir. Hêzên demokratîk û rûmeta rastiyê bêtaqet man, zanîngeh û medya ket destê însanên bêpîvan, civak çilmisî, berjewendî û cemaetên ku li pêy berjewendiyên xwe nirxên civak serobino dikin weşiyan li nava demarên civakê û birastî jî îradeya gel û fikrên pêşverû têk çûn.
Niha ew sernivîst û aqilmendên vê pergalê jî matmayî ne. Kes nizane aligiriya kê bike; ji ber ku bi zelalî hat dîtin, heta demekî ew îxtidar dê hilweşe, heke hilneşe jî hêza xwe wenda bike, tu car bi vî şeklî nikare heta encamê bimeşe... Lê kîjan hêz dê biserkeve jî, ne diyar e. Bi vê mijarê ve girêdayî, ya ku di milê hişmendiyê de têgihîştî, daxwazên xwe diyar, bernamê xwe li ber çavan e, tevgera Kurd e. Ji ber vê yekê ew tevger heta niha ser pî sekiniye û hê disekine. Çend kes, çend hêz û çend qoalîsyon çend operasyon pêk anîn, tu şiklî ji van operasyonan tesîrên neyînî negirt û roj bi roj bi hişmendiyeke xurt û zelal ve meşiya, xwe gihand hê asteke demokratik...
Vêcar jî heman tişt... Hezar operasyon dê were çêkirin, ya ku bi hişmendî demokrat in û li cem gel in, ê bi serkevin...
OPERASYON
Fîrawûn Setî heta mirinê nesekinî, kurê xwe ya piçûk Ramses, ku hê 16 saliya xwe dijiya, wek namzet xwedî textê Serdariya (Memfîs) Misrê îlan kir. Ji wê îlan kirin şûnde, şereke birakujiyê jî destpê kir. Şerê îxtidar... Di navbera du birayan de... Ew herdû bira, ku ya mezin Şênar bi karê dîplomasiyê ve mijûl bû, wek hunerek ev kar elimî bû, tevî gelek welatan tekiliyê dîplomasiyê damezrandî bû, ji van tiştan wêdetir jî bi fitrat însanekî gelek hêrsoyî bû, evana jî ne tiştek, wek bi awayekî xwezayî xwe li ser textê Misrê didît. Ev bixwe jî li Misrê bû sedema şerekî mezin ya navxweyî...