Operasyona li herêma Sêdeqnê operasyona hatibû destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Li bajaroka Sêdeqnê ya Farqînê di 14’ê tîrmehê de pevçûn lê rû dabû û 13 leşkerên tirk hatibûn kuştin. Hat diyar kirin ku dîsa li heman herêmê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Hate zanîn ku herêma pevçûnê ji aliyê helîkopterên kobra hate bombebarankirin. Hate ragihandin ku helikopterên kobra yên ji 7'emîn Fermandariya Kolordu ya Amedê radibin heremê bombebaran kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku yekîneyên Tîmên Tevgera Taybet ên cendirdmeyan veguhestin herêmê.
Li Mûşê bombebaran
Çiyayên Şenyayla yên li bajaroka Kizilagaç a Mûşê ji aliyê helîkopteran ve hate bombarankirin. Hate zanîn ku helîkopterên ji navenda Mûşê rabûn çiyayên Kozma û çiyayên derdorê yên li Şenyaylayê bombebaran kirin.
AMED