Operasyona Şehîd Fermandara Feysel Ebû Leyla ku ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê di roja 37’an de dewam dike. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di nava kolanên bajar de bi baldarî û gav bi gav bi pêş ve diçin, derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin.


4 malbatên din gihîştin şervanan

Doh 4 malbatên din ên Minbicê xwe ji destê çeteyan xilas kirin û xwe gihandin herêmên rizgarkirî yên di bin kontrola Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de.

Ev koma ji 20 kesan, pirraniya wê jî jin û zarok in.

Welatiyê bi navê Mihemed Qasim (75) diyar kir ku ew dema ji Minbicê derketin ji aliyê sekvanên çeteyan ve hatin hedefgirtin û got; “Niha bi sedan malbatên ku piraniya endamên wan jin û zarok in, di destê çeteyan de ne.”

Mihemed Qasim bang li hemû saziyên mafên mirovan û saziyên hiqûqî kir sînorekî ji terora çeteyan re deynin.


QSD’ê êrîşa çeteyan têk bir

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrişeke çeteyan a li ser 3 gundên nêzîkî bajarokê Eyn Îsa pûç kir.

Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ragihandî, çeteyên DAIŞ’ê doh saet derdora 08.00’an êrişî gundên Hebsawî, Qedriye û Enidîbat yên bi 20 km'yan li başûrrojavayê bajarokê Eyn Îsa, kir. Şervanên QSD’ê bersiv da êrişa çeteyan û şerekî dijwar qewimî. Di encamê de êrişa çeteyan a li ser her sê gundan hat pûçkirin. Şervanan li herêmê dest bi operasyona paqijkirinê kir.

Her weha balafirên şer ên koalisyona navneteweyî jî deverên ku çete lê bûn, bombe kirin.


Çeteyên koalisyonê jinek birîndar kirin

Sekvanên Komên çete yên koalisyona Sûriyê ku bermahiyên ENKS’ê jî di nav de cih digrin, ji taxa Şeqeyf a li bakurê Helebê, şêniyên taxa Şêxmeqsûd hedef girtin û jinek birîndar kirin.

Di encamê de jineke Ereb a bi navê Nedîme El-Emed (28), ji rûyê xwe birîndar bû. Li gorî bijîşkan rewşa wê giran e. 


 ANHA/MINBIC/KOBANÊ/HELEB