Bi sedan ciwan ji Pira Ankawayê heta sefaretxaneya tirk meşiyan û pankarta “li dijî zilma TC’ê serhildan” vekirin û dirûşmên “şehîd namirin”. “Kî ne em, Apocî ne em”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan, Kurdistan”, “Şer, ji bo azadî şer” berz kirin. Li ber sefaretxaneyê belavoka ku li ser navê Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ji aliyê Ciwan Ebdullah ve hate xwendin. Ebdullah got ku hikûmeta AKP’ê hewldanên kurdan ên ji bo aştî û diyalogê nabîne û vê pirsgirêkê dixwaze bi riya şîdet, leşker û pêkutiyan çareser bike. Ebdullah anî ziman ku girtina 4 hezar siyasetmedarên kurd, berdewamkirina operasyonên leşkerî, astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka kurd nîşan dide. Ebdullah bêdengiya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî rexne kir û li dijî serdana Neçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê jî nerazîbûn nîşan da. Ebdullah diyar kir ku divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ji bo tevgera azadiya kurd piştgiriya xwe aşkera bike.
Piştî daxuyaniya ciwanan li ser navê PÇDK’ê jî belav hate xwendin. Endamê Konseya Rêveber a PÇDK’ê Mam Hêja belavok xwend û bal kişand planên tasfiyekirinê ya li dijî kurdan û wiha axivî: “Pêşeroja kurdan a herêmê û destkeftiyên kurdan tên hedefgirtin. Di vê planê de hikûmeta Iraqê jî heye. di vê pêvajoyê de qedexekirina ala Kurdistanê li saziyên fermî nîşana vê ye. Ji ber vê yekê jî ez bang li Serokê Herêma Federal a kurdistanê, Serokê Hikûmetê û Serokê Parlamentoyê dikim: Di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin. Li cem berjewendiyê kurdan a li herêmê cihê xwe bigirin.”
DÎHA/HEWLÊR