Hate zanîn ku saet di 07.00’an de 5 kîlometre dûrî konûtên TOKÎ’yê ya Colemêrgê teqînek mezin pêk hat. Konvoya leşkerî ku ji wesatiyên sivîl pêk tê, dema ji Tugaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê derket û ber bi herêmên operasyonê ve ket rê, teqîn pêk hat. Hate zanîn ku 2 jê giran 15 leşker birîndar bûn. Piştî teqinê leşker sewqî herêmê hatin kirin û operasyonê dest pê kir. Piştî teqînê rêya Wan û Colemêrgê li trafîkê hate girtin. Her wiha rojnameger negirtin herêma teqînê. Herêma teqînê kirin bin dorpêçê. Piştî bûyerê li ser rêya Bajaroka Silehê jî liv û tevgera leşkerî dest pê kir. Pişt re helîkopter jî ber bi herêmê ve firiyan. Her wiha li gorî agahiyên hatine bidest xistin li qada riya Şemzinanê ya Geverê dema derbasbûna wesayita polisan teqin pêk hat. Di teqinê de mirin an birîndarbûn tune lê li rê zirar pêk hat. Teqin bû sedema panikê, polîs û zabitayên Geverê jî hatin cihê bûyerê.
ŞIRNEX / COLEMÊRG
‘Helîkoptera Skorsky derbe xwar’
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku li navçeya Şaxê ya Wanê gerîlayan li dijî helîkoptera Skorsky çalakiyek li dar xistiye û di encamê de helîkopterê derbe xwariye. Her wiha HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dar xistin de jî agahî da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got, “ Di 24’ê Tebaxê de di saet 17.30’an de li Şaxa Wanê li Geliyê Şaxê li dijî helîkoptereke skorkyê ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de helîkopter derbe xwariye û neçar maye vegere navenda Şaxê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayan a di 21’ê tebaxê de Çelê li dar xistin de jî ev agahî da; “Di 21’ê Tebaxê de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê wesayiteke erzaq dibir Qereqolên Bêsosin û Tilorê li ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rawestandin, wesayît û erzaqê tê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Sê kesên sivîl ên erzaq jî dibirin ji aliyê gerîla yê me hatiye girtin.”
ANF/BEHDÎNAN