
Serfermandariya Artêşa Tirk ragihand ku Artêşa Tirk bi 22 tabûran li hundirê sînor û derveyî sînor li 5 cihên cuda dest bi operasyona bejahî kir. Serfermandariya Artêşa Tirk ragihand ku Artêşa Tirk bi 22 tabûran li hundirê sînor û derveyî sînor (başûrê Kurdistanê) li 5 cihên cuda dest bi operasyona bejahî kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin jî 22 tabûr ku ji 20 hezar leşker pêk tên tevî desteka balafirên şer ên F-16 û F4 tê meşandin û herêm ji aliyê balafiran ve tê bombebaran kirin. Hat hînbûn ku balafirên ji Amed û Meletiyayê radibin herêmê bombebaran dikin. Her wiha gelek helîkopterên kobra jî beşdarî operasyonê bûne.
Erdogan: Em dixwazin tevî pêşmergeyan operasyonê bikin
Serokwezîrê Tirk Recep tayyip Erdogan ku bi nûnerên saziyên medyayê re civiya piştî aşkerabûna destpêkirina operasyona bejayî derkete pêşberî rojnamevanan. Erdogan ku di axaftina xwe de careke din heqaret û êrîşên xwe yên li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê rêz kirin der barê operasyona bejayî de agahî nedan. Erdogan li ser pirsa rojnamevanan diyar kir ku bi hikûmeta başûrê Kurdistanê re hevdîtinên wan li ser bingehê operasyona hevbeş tên meşandin. Erdogan ragihand ku di axaftina telefonê ya pêr bi Serokê Herêma başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re wî ew dawetî Tirkiyeyê kiriye û jê re gotiye ji bo operasyona hevbaş a pêşmergeyan û Artêşa Tirk ew dixwazin muzakere bikin. Her wiha Erdogan careke din ji BDP’ê heta bi dewletên Ewropayê her kes û derdor tawanbar kir. Erdogan di axaftina xwe de banga seferberiyê jî li tevahiya sazî û dezgehên dewletê û partiyên siyasî kir.
Her wiha Erdogan diyar kir ku ji medyayê dixwazin ku şêwazê weşana xwe li gorî berjewendiyên dewletê sererast bikin û bi nûçe, analîz û manşetên xwe derfetê nedin PKK’ê.
Nêçîrvan li Enqereyê ye
Piştî çalakiya gerîlayan ya Çelê trafîka dîplomasiyê ya di navbera dewleta Tirk û hikûmeta başûrê Kurdistanê de jî zêde bû.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Davutlogû ligel Alîkarê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî civiya. Hate diyarkirin ku rojeva hevdîtinê çalakiya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê bû. Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Çelê, têkoşîna li dijî PKK û operasyona dersînor hatin gotûbêjkirin. Hate zanîn ku wê Barzanî daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Ji Nêçîrvan Barzanî peyamên hevkariyê
Piştî Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Karên Derve yê Tirk, Ahmet Davutoglû re hevdîtin pêk anî, daxuyaniyek da çapemeniyê. Nêçîrvan Barzanî peyamên hevkariya bi Tirkiyeyê re dan û ragihand ku dê hevkariya wan di demên pêş de zêdetir bibe. Barzanî di axaftina xwe de got, „Divê ev çalakî bi tu awayî têkiliyên kurd û tirkan xira nekin. Em li gel Tirkiyeyê ne. Nêçîrvan Barzanî ku pesnê AKP’ê jî da îdia kir ku AKP gavên demokratîkbûnê yên bicesaret avêtine û divê kurd ji vê yekê sûdê werbigirin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di van deman de were Tirkiyeyê.
AKP’ê ji Zapê ders dernexist
Hewldana dagirkeriya Başûr heta niha ji aliyê Tirkiyeyê ve 25 caran hat ceribandin û hemû ceribandinên artêşa tirk jî bi têkçûn û fiyaskoyê ve bi dawî bû. Herî dawî piştî hevdîtina Erdogan û Bush ya 5’ê mijdara 2007’an di 21’ê sibata 2008’an de li hember Qadên Parastinê yên Medyayê operasyonê dagirkeriyê hat destpêkirin. Operasyon 9 rojan domkir û di vê operasyonê de gerîlayên kurd bi berxwedaneke mezin û qehremaniyê êrîşên artêşa tirk rawestandin û li gorî bîlançoyê herî kêm 125 leşker hatin kuştin û 9 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest da. Serfermandarê Artêşa Tirk Yaşar Buyukanit vekişandina Zapê wekî serkeftinekê binavkiribû.
Hikumeta AKP’ê ku li ser xwînê siyasetê dike û dibe sedema windahiyan careke din ji bo xwîn rijandinê ferman da. Serokwezîr tirk Recep Tayyîp Erdogan ku li hember gelê kurd di warê siyasî û leşkerî de fermana qirkirinê daye destpêkirin îcar jî ferman da ku leşkerên Tirkiyeyê Qadên Parastinê yên Medyayê dagir bikin. Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul piştî çalakiya Çelê daxuyanî dabû û di daxuyaniya xwe de sonda ‘Tolhildanê’ xwaribû û gelê kurd hedef nîşan dabû. Piştî hedef nîşandanê gelek avahiyên BDP’ê rastî êrîşan hatin.
NAVENDA NÛÇEYAN