Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona ku li bajarê Hesekê hatibû destpêkirin agahî dan. Her wiha YPG’ê şevê din li bajarokê Eyn Îsa û gundê derdor operasyonek da destpêkirin û dîsan operasyona başûr-rojhilatê Kobanê berdewam dike. 

Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona 24 seatên dawî yên li Hesekê û bajarokê Eyn Îsa û başûr-rojhilatê Kobanê eşkere kir. Li gorî daxuyaniya YPG’ê gelek gund û navenda ceyranê ya dikeve başûrê bajarê Hesekê hate rizgarkirin. Di encama van şeran de 29 çete hatin kuştin. Her wiha gelek cepbilxane hate desteser kirin.


Rê di kontrola YPG'ê de ne 

Daxuyaniya YPG’ê ya fermî wiha ye: “Operasyone ku hêzên me şeva berê li başûrê Hesekê dabûn destpêkirin, şer û pevçûn demjimerên roj û şevê berdewamkir. Di van operasyonan de hêzên me derbên giran li çeteyan xistin. Hêzên me şeva ji çiyayê Kezwanan heta çemê Xaburê dirêj dibe azadkiribûn û rêyên ji Şeddat û Reqqa dihat Hesekê xistibûn bin serweriye xwe de.

Hêzên me, rêya dawî ya ku tê Hesekê, rêya Dêr’a Zorê hedef girtin. Operasyona vê qadê de pevçunên dijwar rû daye. Hêzên me destpêke gundê Hileliyê ku dikeve navbera navenda bajarê Hasekê û Mihata Kehrebê de azadkirin. Piştre herêma goristanê ku dikeve başûrê Mihat Kehrebe ji çeteyan hatiye paqijkirin. Çeteyên ku dixwastin pêşveçûna hêzên me asteng bikin li vê qadê bi maşînekî teqemenî êrîş lidarxistin. Lê maşîne ji aliyê hêzên me ve ji dûr de hat teqandin.

Di demjimerên şevê de jî hêzên me berê xwe dan Mihataye Kehrebe û hemû çeteyên li vê qadê bi temamî paqijkirin. Piştî standina vê herême, hêzên me rêya seyemîn ku ji milê başûr ve tê Hasekê, rêya Dêr’a Zor û Hasekê jî xistin bin serweriye xwe de. Bi vê awayî taxên Neşwê, Xwêran û herêma Panorama ye başûrê Hasekê ku çeteyan xwe têda asê kiribûn ketin dorpeça hêzên me de. Şevê din, di çerxê rêya Xezil a li rojhilatê navenda Hasekê de jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên dijwar hat jiyîn."


Gelek cebilxane hatin bidestxistin

YPG'ê têkildarî amûrên şer ên li ser çeteyên DAIŞ'ê hatine rakirin de jî ev agahî dan: "Hêzên me yên ku operasyonên xwe berdewam dikin, îro beriya nîvro jî Girtîgêha Zarokan a ku di destê çeteyan de bû azadkirin. Pevçunên 24 demjimerên dawî de 2 panzer û tangekî çeteyan hatiye ruxandin. Qasî hatiye zelalkirin, li van qadan de 29 endame çeteyan hatine kuştin. Hêzên me li vê qadê tevhi 21 termên çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, 1 BKC, 2 maşîneya leşkerî, 2 raxt û hejmarekî zêde cebilxaneya çeteyan."


'Hêzên YPG'ê li Eyn Îsa pêşve çûn'

YPG'ê ragihand ku di şer de şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewamiya daxuyaniya xwe anî: "Şevê din hêzên me li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa operasyonek nû lidarxistin. Hêzên me yên ku ji gundên Genterî û Şergirat rêketin, ber bi başûr ve 2,5 km pêşveçûn. Di navbera çeteyan û hêzên me yên ku cih û warên li van herêman rizgarkirin de pevçunên dijwar hatiye jiyîn. Hêzên me li vê qadê 6 noqteyên din a ku di destê çeteyan de jî bû rizgarkirin.

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li van qadan nehatiye zelalkirin. Hêzên me li van qadan tevî 22 termê çeteyan dest danîn li ser 2 tang, doçkakî 12,5 mm û 12 kleşê çeteyan. Piştî vê operasyonê çeteyan xwestin di seatên êvarê de êrîşî hêzên me bikin. Piştî destwerdanê hêzên me li qadê pevçunekî dem kin hatiye jiyîn. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan nehatiye zelalkirin. Çeteyên ku hewldan êrîş lidarbixin jî piştî van pevçunan neçar man ji qadê birevin."


Li Başûrê Kobanê operasyon didome

Têkildarî şer û pevçûnên li derdora Kantona Kobanê pêk tên de jî YPG'ê agahî dan: "Di navbera hêzên me yên ku li başûrê Kobanê operasyona xwe berdewam dikin û çeteyên DAIŞ’ê de pevçunên nû rû daye.

Komên çeteyan şevê din bi topên hawan û obûsan êrîş birin li ser gundê Maxaretên a li rojhilatê bajaroka Sirîn. Çeteyan bi awayekî hemwext jî êrîşî girê Maxaretên kirin. Çeteyên ku êrîşî gir kirin bi temamî hatin îmhakirin û êrîşî çeteyan jî hatiye şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê qadê nehatiye zelalkirin.

Hêzên me şevê din li başûrrojhilatê Kobanê, li derdora gundên Qereqozax û Sîna tevgerê çeteyan tespît kirin û li vê herême operasyonek lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me çeteyan neçar man ji qadê birevin.

Komên çeteyan şevê din li nizikî gundê Huweyş a bakurê Hol’ê hewldan êrîşek lidarbixin. Piştî hêzên me van çeteyan ferqkir mûdexale kir û li vir pevçunek dem kurt hat jiyîn. Piştî pevçunê çeteyan neçar man ji qadê birevin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN