
Lê belê ji ber nakokiyên di navbera Heşd El Şeebî û hêzên Koalîsyonê de operasyon ji bo demek ne diyar hatiye taloqkirin.
Li gor agahiyan hêzên Koalîsyonê xwestine beriya hilbijartinên li Amerîka dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê bikin. Lê belê Heşd El Şeebî ev plan qebûl nekiriye. Sedema wê jî ewe ku bi destpêkirina operasyona li dijî Mûsilê wê piraniya çeteyan berê xwe bidin Hewîce û rizgarkirina bajarok wê zehmetir bibe.
Nakokî hene
Der barê mijarê de Berdevkê Heşd El Şeebî li başûrê Kerkûkê, Hacî Îmad Elî têkildarî mijarê got: “Hemû amadekarî ji bo rizgarkirina bajarokê Hewîce bidawî bûne. Em li bendê ne ku dest bi operasyonê bikin. Lê belê heta niha hêzên Koalîsyona navnetewî biryara wê nedaye. Ji ber vê yekê li ser biryarê di navbera me û wan de nakokî hene.”
Di berdewama axaftina xwe de Hacî Îmad wiha pêde çû: “Amerîka dixwaze di serî de Mûsil û em jî dixwazin destpêkê Hewîce rizgar bibe. Em di wê baweriyê de ne ku bi rizgarkirina Hewîce rêya DAIŞ’ê bigrin. Lê belê ger di serî de êrîşî Mûsilê were kirin, wê DAIŞ bireve û xwe li Hewîce bicih bike.”
Berdevkê Heşd El Şeebî li başûrê Kerkûkê, diyar kir ku ji bo wê yekê heta niha operasyon nehatiye destpêkirin û got: “Nakokiya di navbera me û hêzên Koalîsyonê de berdewame. Em hêj negihiştine encamê.”
Bajarokê Hewîce yê ser bi parêzgeha Kerkûkê, ji sala 2014’an ve di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de ye. Hêzên pêşmerge, Heşd El Şeebî û artêş û polîsê Iraqê xwe ji bo operasyona rizgarkirina Hewîce amade dikin.
SORAN MIHEMED / ROJNEWS / KERKÛK