Tirkiye dixwaze bi hinek gotinên nerm xwe ji xitimandina dîplomatîk rizgar bike. Piştî damezrandina hikûmeta nû, di çapemeniya nêzikî AKP’ê û Erdogan de behsa guhertina polîtîkayên Sûriye û Rûsyayê tê kirin. Ev helwest; him îtîrafa têkçûna polîtîkaya derve ya Tirkiyê ye û him jî nîşaneya bêçaretî û pûçbûna hişmendiya siyasî ya Erdogan û AKP’ê ye...

Li hinda vê yekê; li Rojava bi destpêkirina operasyonên li dijî DAÎŞ´ê re, rewşa Kurdan û rola wan a di polîtîkayên Rojhilata Navîn de ji nû ve bûn mijara rojeva dîplomasiya navneteweyî. Hêzên Sûriyê ya Demokratîk (HSD), ku pêşengiya wan YPG/YPJ dike, ji hefteya çûyî ve ber bi Reqayê ve, ev çend roj in jî ber bi Minbicê ve, bi pêş ve diherin. 

Hêzên navdewletî, bi taybetî jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ne bi komên noker ên dewletên herêmî ve encamek girtin, ne jî bi dewletên herêmê ve... Ji ber ku ev hêzana gişt şerê desthilatdariyê dikin û xwedî perspektîfeke çareseriyê nînin, têk diçin û her diçe pirsgirêkê aloztir dikin. 

Herwiha tê gotin; DYE ji bo ku xeta Cerablûs-Ezazê bê girtin, firsend daye Tirkiyê. Lê komên selefîst ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, li hember DAIŞ´ê têk çûn û çend gundên di dest de jî ji dest dan...

Yanî Tirkiyê li hember Rojava di polîtîkaya xwe ya dijkurd a qilêr de bi ser neket. Her cûre metodên dijînsanî bi kar anî, lê nikanî pêşiya bipêşveçûna Kurdan bigire. Helbet, ji îro şûn ve jî wê polîtîkaya xwe ya dijkurd her bi rê ve bibe. Bi vê helwestê tenê dikane Kurdan biêşîne, lê pê re hêz û îtîbara xwe ya mayî jî wê tune bike..

Çi dike, bila bike; cografya bakurê Sûriyê – Rojava wê bigîhije hev û Federasyona Bakurê Sûriyê-Rojava wê xwedî statûyeke mayînde bibe.

Hêzên navdewletî jî vê yekê baş dibînin û ligel şîrikatiya xwe ya bi Tirkiyeyê re, xwe mecbûr dibînin, ku siberoja Sûriyê bi Kurdan ve ava bikin. 

Di encama van bûyeran de jî DYE û hêzên serdest ên navdewletî biryar dane; ku bi hêzên Kurdî (YPG/YPJ) û hêzên din ên di bin siwana HSD´ê de hatine cem hev, li Reqa û bakurê Helebê bi ser DAÎŞê de herin. Helbet her hêz li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Kurd jî bi van operasyonan dixwazin him jiyana xelkên li bakurê Helebê aram bikin û him jî sîstema xweser a bi navê Federasyona Bakurê Sûriyê-Rojava bi pêş bixin. Helbet, kontrolkirina bakurê Helebê wê kantona Efrînê jî aramtir bike...

Qewmînên li Rojava wê bandorê li bûyerên li bakurê Kurdistanê jî bikin. Jixwe, berteka Tirkiyeyê ya dijkurd a li Rojava ji ber vê sedemê ye. Kî wê bizane; belkî ev qewmînên dawî xwediyên rejîma Tirk a dijkurd ji xewa siberojeke bêyî Kurd, hişyar bike...

Li gel qewmînên li Rojava, beriya bi du rojan Parlamentoya Elmanyayê pêşnûma qanûna wek ’jenosîd’ binavkirina qirkirina Ermeniyan û miletên mayî yên ne Misislman a li salên 1915-16’an qebûl kir. Heta niha 24 dewletan kirinên dewleta Osmanî yên li dijî Ermeniyên Anatolyayê wek jenosîd qebûl kiriye. Bi vê biryarê re, pêşiya rojevbûna qirkirinên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan jî vedibe. Dewleta Tirk wê mecbûr bimîne ku bi rastiya xwe ya kujer re rû bi rû were. Li ser vê yekê, gereke dîplomasiya Kurdî jî ji bo nasandina jenosîda ku dewleta Tirk ev 93 sal e, li dijî Kurdan bi rê ve dibe; qirkirinên li Koçgîrî, Dersim, Mereş û herî dawî qirkirinên li Cizîr, Gever, Sûr, Hezex û Şirnexê, xebatên xwe xurttir bike.

Yanî qewmînên heyî wer nîşan didin; ku rejîma Tirk heta ku vîna Kurdî ji holê rake, wê mecbûr bimîne ku hesabê komkujiyên li dijî Kurdan pêk aniye, bide…

Dewleta Tirk hebûn û vîna Kurdî ji xwe re wek ’xeta sor’ îlan kiriye, lê ji ber komkujiyên li dijî Kurdan hesabnedana wê êdî dibe xeta sor a Kurdan…