
Di roja 170. a berxwedana Kobanê de ku di asta serketinê de dewam dike, hêzên YPG/YPJ’ê her bi pêş ve diçin. Di çalakiyên duh bi şev de 11 çete hatin kuştin, 3 çete jî bi saxî hatin girtin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, bi daxuyaniyekê encamên pevçûnên roja 170. a berxwedana Kobanê bi raya giştî re parve kir.
Navendê xuyakirin ku hêzên wan şêva din li hemberî komên çeteyan ên li nêzî gundê Çelebî yê li rojhilatê Kobanê xwe bicih kiribûn çalakiyek pêk anîn û di encamê de 7 çete hatin kuştin û 2 kalaşnîkov û çekeke segvaniyê ya çeteyan hatin desteserkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku di êrîşa li hemberî gundê Akbaş ê li heman herêmê jî 2 çete hatin kuştin.
Navendê da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê şêva din li nêzî gundê Xirab Eto yê Ereban ê li rojavayê Kobanê êrîşek pêk anîn û li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ’ê pevçûn derket. Hat ragihandi ku di pevçûna li vir de 3 çeteyên DAIŞ’ê dîl hatine girtin û destdanîne ser 4 kalaşnîkov, 1 BKC û 1 roketavêja B7.
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di çalakiya li nêzî rêbenda Dîcle ya li başûrê Kobanê de jî motorsîkletek hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin.
KOBANÊ
Li Şengalê sê çete hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di şerê navbera hêzên HPG/YBŞ û çeteyên DAIŞ’ê de 2 çeteyên din hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ‘ê duh êvarê saet di navbera 18-19’an de, gerîla li hemberî çeteyên li derdora taxa Neyr Nasir derketin operasyonê. Di encama pevçûna saetekê de sê çete hatin kuştin, du çete jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku cenazeyên çeteyên hatie kuştin di destê hêzên gerîla de ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku sê kalaşnîkov, sê rext, pênc bombeyên destan hatine desteserkirin û dibe ku hejmara windahiyên çeteyan zêdetir be.
Li aliyê din, duh bi şev saet di navbera 20-21’ê de li Şengalê balafirên şer ên koalîsyonê li sê nuqteyên çeteyan dan. Der barê encamên vê êrîşê de agahiyeke zelal bi dest neket.
ŞENGAL