
Operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê doh sibehî fermî hat ragihandin û weke encama pêşî jî sê gund ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve ji çeteyên DAIŞ´ê hatin rizgarkirin.
Fermandariya operasyona ‘Va ye em hatin ey Nînowa’ Ebdulemîr Reşîd Yarella daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wan sê gundên Rojavayê Mûsilê rizgar kirine. Yarella her wiha da zanîn ku gundê Baxîre yê li Rojavayê Mûsilê ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Yekîneyên Polîsên Federal gundê Ezbeyan yê li ser rêya Mûsil û Bexdayê rizgar kir. Rizgarkirina van gundan destpêka serketinên pêngava rizgarkirina Rojavayê Mûsilê ye.”
Ebdulemîr Reşîd Yarella wekî din di heman daxuyaniyê de got, “Hêzên me gundê Lezake ya li ser rêya Kevin ya Hemam Elî û Mûsilê rizgar kirine û dest danîne ser navenda ceyranê ya Lezake û ala xwe jî li wir hildane.”
Vê sibê operasyona rizgarkirina Rojavayê Mûsilê hatibû ragihandin. Operasyona rizgarkirina Mûsilê 17’ê Kanûna 2016’an dest pê kiribû. Rizgarkirina Rojhilatê Mûsilê jî 24’ê Çileya 2016’an jî hatibû ragihandin.
ROJNEWS / MÛSIL