Di encama “operasyona şoreşgerî ya ku gerîlayên HPG’ê şevê din li navçeya Çelê ya Colemêrgê li hemberî 19 qereqol û baregehên leşkerî pêk anî de zêdetirê 100 leşker hatine kuştin.  
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê “operasyona şoreşgerî” ya ku gerîlayên HPG’ê şevê din saet di 23.00 de bi awayeke hemwext li hemberî gelek qereqol û baregehên leşkerî yên artêşa Tirk pêk anîn de agahiyên berfire da.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “1. Di 4 tebaxê de saet derdora 22.45’an li dijî 19 qereqol û baregehên leşkerî yên artêşa dagirker a Tirk, ji aliyê gerîlayên me ve bi navê Şehîd Arjîn Garzan-Leyla Altan û Şehîd Mahîr Başkale-Haşim Kaya operasyoneke şoreşgerî hatiye lidarxistin.” HPG’ê ev agahî da; “Ev operasyona me ya li hemberî tecrîda zêdetirê salek e li ser Rêbertiya me berdewam dike, di 24’ê adarê de li Bedlîs- Xizxêrê şehadeta 15 hevalên me yên yên jin  û şehdadên di zivistanê de li Eyaleta Erziromê pêk hat, di pêngava xwe yekemîn de bi ser ketiye.

Li Qereqola Rindikê 70 leşker hatin kuştin
Di encama êrîşa li hemberî Qereqola  Rindikê û girên wê ya ku bi giştî 170 leşker û tîmek cerdevanan têde bûn hat pêkanîn de û 2 geriyên qereqolê diparastin, di nava 40 deqeyan de bi ketine destê gerîlayên me.  Gerîlayên me di nîzamiye û avahiyên qereqolê de lêgerîn pêk anîne û di encamê vê de gelek amûrên leşkerî û zêdetirê 20 çek hatine desteserkirin. Li vir hat zelalkirin ku 70 leşkerên dijmin hatine kuştin, bi dehan jî birîndar bûne. Her wiha, 5 panzer û wesayîteke kirpî hatine rûxandin.  Li Qereqola Rindikanê 9 cerdevan ji aliyê gerîlayên me ve dîl hatine girtin, piştre ji ber berdewamkirina pevçûnan cerdevan serbest hatine berdan.
Li hemberî mudaxeleyeke muhtemel gerîlayên me li du cihên cûda yên li ser rêya Colemêrg-Çelê kontrol danîne, wesayîtên ku dihatin hatine rawestandin û gel ji aliyê gerîlayên me ve der barê operasyona şoreşger de hatiye agahdarkirin. Karwanê leşkerî yê ku ji bo mudaxeleyê ji qereqola Geman a girêdayî Çelê hat, ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bi bandor hatiye lêxistin.  Di encamê de panzereke hatiye rûxandin, panzerek jî derbe xwariye û karwanê ji bo mudaxeleyê hat paş de hatiye vegerandin.

Li tugay û qereqolan xistin 

HPG’ê wiha got: “Di heman rojê de, di çarçoveya operasyona şoreşger de gerîlayên me li Navenda Tûgaya Çelê, Tabûra Serê Sêv, Tabûra Êrîşê, Alaya Bilêcanê, Qereqoka Girê û qereqola bi hejmara 49 xistine.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek çeper hatine rûxandin û wiha hat gotin; “Dîsa, di heman çarçoveyê de Qereqola Karataşê û  2 girên ewlekariya qereqolê pêk dianîn hedef hatine girtin.  Li vir di encama lêxistinek bi bandor de agir avahiyek ketiye,  çeperek ku topa hewanê têde bû hatiye rûxandin û gelek çeperên dijmin derbe xwarine.”

Zêdetirî 100 leşker hatin kuştin 

Navena Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê encamên pevçûnê de got; “n Li herêmê pevçûn bi berfirehî berdewam dikin. Di encama hemû çalakiyên hatin lidarxistin de zêdetirê 100 leşker hatine kuştin, nêzî 100 leşker jî birîndar bûne.  Her wiha, zêdetirê 20 çekên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine desteserkirin.” 

7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan
HPG’ê wiha got: “Di encama pevçûnên ku kontrol di destê gerîlayên de ye li herêmê diqewimîn û hîna jî berdewam dikin de 7 hevalên me bi qehremanî li ber xwe dane û gihiştine şehadetê. Artêşa dadgirker a Tirk ji bilî êrîşên bi balefirên şer, hewan û obusan nikare mudaxeleyê herêmê bike.  Em ê pêşketin û agahiyên berfireh ên der barê operasyonên şoreşgerî yên li herêmê berdewam dikin de bi gelê me û raya giştî re parve bikin û em ê piştre sicîlên hevalên me yên gihiştine şehadetê aşkere bikin.” 

ANF/BEHDÎNAN