Şevê din Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li New Yorkê ragihand ku operasyona Şerqatê dest pê kiriye. Doh serê sibê, hêzên artêşa Iraqê û hêzên herêmê dest bi operasyona rizgarkirina bajarê Şerqat a ser bi Selahedîn û du Giravên Hît û Remadî yên parêzgeha Enbarê kir. Hêzên Koalîsyonê ji hewa ve destekê didin operasyonê.
Operasyona Mûsilê jî nêz e
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Barack Obama beriya Civata Giştî ya Netewyên Yekbûyî li New Yorkê, bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re rûnişt. Obama got, operasyona rizgarkirina Mûsilê, dibe ku bi lez bi pêş ve biçe.
Obama da xuyakirin ku operasyona Mûsilê ya bi desteka DYE’yê, dibe ku ‘her kêlî’ dest pê bike.
Obama destnîşan kir ku ‘asta herî krîtîk’ a li Mûsilê, wê piştî rizgarkirina bajêr dest pê bike û ji hikûmeta Iraqê xwest, ku di polîtîkayên piştî paqijkirina bajêr de, bi hesasî tevbigere.
NEW YORK