
Çeteyan 3 kes revandin
Çeteyên El Nusrayê nûnerê Dêra Kildan û endamê Meclisa Demkî ya Aştiya navxweyî ya Hesekê Ilyas Diyarbekirlî û 2 kesên din revandin. Li gorî agahiyan Ilyas Diyarbekirlî, Endamê Kobûna Ereban Ebduletîf El-Hisên û kesê bi navê Selman Bekir du roj berê di saetên êvarê de derbasî bajarê Şedadê ya 40 kîlometrî dikeve başûrê Hesekê bûne. Hat ragîhandin ku çeteyên El Nusrayê ku bajarê Şedadê ji meha gulanê ve ji destê rêjîmê derxistin her 3 welatî revandin û tu agahî ji wan nayê girtin.
Li Heleb 3 kes hatin kuştin
Li gorî agahiyên ku hatine girtin çeteyên El Nusrayê duh li ser çerxerêya taxa Henano 2 endamên Artêşa Azad û sivîlek kuştine. Hat diyarkirin ku her du endamên Artêşa Azad tirkmenên bi navê Mistefa Cefeer û Mihemed Oso yên girêdayî tabûra Sultan Fatih in. Her wiha kesê sivîl jî ji herêma Bab Elêmûn a Helebê ye.
Li Girê Spî 9 çete hatin kuştin
Di pevçûnên 48 saetên dawî yên li gundên Girê Spî de 9 çeteyên El Nusrayê hatin kuştin. Her wiha wesayîtek çeteyan hat ruxandin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG/YPJ’ê hatine girtin di nava 48 saetên dawî de li gundên Bîr Kino, Melûh El-Qemer û Sûsik ên rojavayê Girê Spî di navber şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên El Nusrayê de pevçûn derketine. Hat gotin ku di encama van pevçûnan de 9 çete hatine kuştin, her wiha wesayîtek çeteyan jî hat rûxandin û dozereke çeteyan hat derbekirin.
ANHA/HESEKÊ
Bîlançoya Asayîşa Rojava
Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ji roja hêzên wan hatine avakirin û heta niha 30 êrîşên bi mayinan ku 21 ji wan hatine bêbandorkirin, 9 êrîşên bombeyî, 2 êrîşên xwekujiyê pêk hatine. Asayîşê destnîşan kir ku di vê demê de 42 operasyonên heşîşê hatine liarxistin. Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê ji roja damezirandinê û heta niha xebatên ku Asayîşê meşandine bi raya giştî re parve kirin. Bi vê munasebetê li navenda Asayîşê Giştî ya li Qamişloyê civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Rêveberê Asayîşê Ciwan Îbrahîm di civînê de agahî dan û diyar kir ku çeteyan li herêmê gelek mayîn çandine û wiha got: “Roja avakirina hêzên Asayîşê û heta niha, li tevahiya rojavayê Kurdistanê ji aliyê çeteyan ve 30 mayin hatine danîn û 21 mayîn hatine bêbandorkirin. Çeteyan 9 êrîşên bi wesayît û motorsikletên bombebarkirî û 2 jî yên xwekujiyê pêk anîne û di van êrîşan de 30 welatiyên sivîl û endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûne.”
Îbrahîm da zanîn ku di nava vê demê de bi giştî 4 hezar û 907 bersûc hatine girtin û ji vana 4 hezar û 325 kes hatine berdan. Îbrahîm destnîşan kir ku operasyonên wanên li dijî heşîşê jî bi berfirehî dewan dikin û wiha axivî: “Ji aliyê hêzên me ve 42 operasyon hatine lidarxistin, di van operasyonan de 18 kes hatine girtin, piraniya wan piştî ku soz dane êdî bi karê heşîşê re mijul nabin, serbest hatine berdan.”
Îbrahîm got ku ew bi hêzên Parastina Suryaniyan ‘Sotoro’ re jî ji bo parastina hemû pêkhatiyên herêmê re di nava hevkariyê de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hinek saziyên çapemeniyê hêzên me hedef digirin û îdia dikin ku hêzên Asayîşê ji ber çalakiyên siyasî hin kesên girêdayî partiyên siyasî girtine. Arman ew e ku Asayîşa me reş bikin.”
QAMIŞLO